Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Minbiciyan pênase kir: Serdema Demokratan -1

DOSYA

NAZDAR EBDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Mirovên vê herêmê li rex Firatê jiyanek ava kirin. Piştre zordaran ev jiyana wan tarî kirin. Tarîtiya ku di rêyên çeprast re derbasbû, di 5 salên dawî de gihîşta asta herî jor. Lê wan baweriya xwe winda nekir û serdema nû ku wan bixwe pênase kiriye, dan destpêkirin.
2

Suriye wekî 5 salên borî, di sala 2017’an de jî rojeva sereke ya cîhanê ye. Di meha yekemîn de ji gelek aliyan ve gotubêj dom kirin. Nemaze ev gotubêj li ser herêma Heleb û Şehba kûr dibin. Herî dawiyê civîna Astana û hevdîtinên Moskow çêbûn. Li beramberî van hewldanan, li hundirê Suriyê bixwe têkoşîna çareseriyê zedetir encam dibe. Ev rêya ku wekî rêveberiya xweseriya demokratîk li herêmên Rojava destpê kir, îro li herêmên Şehba yên wekî Minbicê belav dibe.

Sîstema ku piştî Kantonên Rojava li Minbicê tê avakirin bawerî û hêviya gelan zêdetir dike. Nexasim şêniyên Minbicê pênaseyek wekî, “dema demokratan” derxistiye û ji bo herêmên wekî Bab, Reqa, Cerablus bide sedema banga alîkariyê.

Me jî li ser herêm Minbic lêkolînek kurt çêkir û sîstema ku tê avakirin, di cih de şopand. Herêma Minbicê li rex Çemê Firatê û dewlemend e, lewma ji destpêka civakîbûnê ve bûye wargeh. Li gorî lêkolînên li herêmê hatine kirin û berhem hatine derxistin, li vê xakê gelek bawerî, çand û ziman bi hevre jiyan e. Lê  bi dewletbûn û desthilatdariyê re, li şûna pir rengiyê, yek reng serwer bûye.

Dîrok

minbic-kelha-necim-4

Di lêkolînên dîrokî de hatiye dîtin ku Minbic beriya zayinê di salên 2000’an de bûye wargeh. Nemaze li rex Çemê Firatê gelek şûnwarên ku ji van serdaman mane, hîn hene. Li herêmê şûnpêyê destpêkê wekî yên Aşûriyan hatine dîtin. Aşûriyan ku li herêmê împaretoriyek ava kir, navê Minbicê wekî “Nampige” yanê Kanî danî bû. Paşê Aramî li herêmê serwer bûne û navê “Nappigu” lê kirine. Di dema Aramiyan de Minbic beşek ji welatê bi navê “Bêt Edînî” ya di navbera Çemê Belîx û Firatê de bû.

Ji vê dîrokê şunde jî, herêm hertim ji aliyê desthilatdariyên cuda hatiye bidestxistin. Makedonî, Romayî, Emewî, Abbasî, Eyûbî, Osmanî çend desthilatdariyên ku li herêmê serwer bûne. Di dîroka nêz de jî, rejîma Baas serwer bû. Di nava vê liv û tevgerê de, kombûnek ji bawerî û netewên cuda jî çêbû. Gelên Asûrî-Suryanî, Kurd wekî xwecihên herêmê tên zanîn. Lê gelên ereb, ermen, çerkez jî di demên cuda de hatine herêmê. Di encam û polîtîkayên hatine meşandin de, gelê asûrî-suryanî li herêmê nemaye. Di roja îroyîn de zêdetirîn kurd û ereb, hejmarek biçuk jî ermen û çerkez hene.

minbic-hemama-diroki-li-minbi-yi-8

Di sedsala 3’yemîn a piştî zayinê (P.Z) de Xirstiyanî weke ol derbasî herêmê bû. Li gorî dîroka hatiye nivîsîn Misliman di sedsala 16’an a Hicrî (P.Z 637) bi serkêşiya Ebû Ûbeyda El-Cerah hatin Minbicê û bi tîfaqek bi eşîrên Texlib ên xiristiyan re bêyî şer li herêmê bicîh bûn. Di sala 1879’an de komên Çerkesan ên bi darê zorê ji bakurê Qafqasiya hatibûn derxistin, hatin Minbicê û li vir bicih bûn. Ermen jî di dema komkujiyên Osmaniyan de ji Anatolya û Bakûrê Kurdistanê reviyane û hejmarek mezin li vir bicîh bûye. Tirkumen jî di dema Osmaniyan de hatine van herêman.

Gelan hev hembêz, desthilatan tune kirin

Xala hevpar a di navbera hemû gelên hatin vê herêmê de ew e ku her gelek ê pişt xwe hewand û hembêza xwe jê re vekir. Lê her desthilatdariyekê bi xwe re komkujî û wêranî jî aniye. Herî dawiyê polîtîkaya înkarê ya Baas, di 4 salên dawî de jî hovîtiya DAIŞ ku hêza xwe ji Tirkiyeyê digire, hat meşandin.

Îro..

Heya sala 1931’an hejmara şêniyên herêmê 3 hezar û 800 kes bû. Di sala 2004’an de, li gorî serjimartineke Buroya Navendî ya Statîstîkan (CBS) nifûsek biqasî 100 hezar kes hat tesbîtkirin. Di sala 2011’an de hejmar derket nêzî 500 hezar kesî.

Eşîr û rewşenbîrMINBIC-MECLISA-SIVIL-MECLISA-XWE-FIREH-DIKE ‫(37749249)‬ ‫‬

Li vî bajarê kevnare 2 tebeqeyên civakê serwer in. Ev jî êl û rewşenbîr in. Nemaze herî zêde li ser vê civakê biryara ruspiyên eşîran û rewşenbîran derbasdar e. Lewra herî zêde di nav civaka Minbicî de, ev herdu tebeqe diyar in.

Ereb, Çerkes û Kurd xwe di sazûmaniya eşîreyan de rêxistin dikin. Weke mînak li herêmê êlên ereban ên herî mezin Bûbena, Ewn, Benî Saîd û Bûsiltan, El-Cêsat, El- Xenayim, Benî Saîd, El-Niêm, Wild Elî, El-Hemdûn, Hinadî, BoXemîs, Imêrat, Xilaz, Xenayim, El-Bodibiş, Bosalih, Begara, Ceabira, Mecadima, Bereq, Xenafira, Xerawîn, Weheb, Demalix û nêzî 65 êlên din jî hene.

Ji êlên Çerkesan jî Hetqo, Maratqo, Ktaw, Leêş, Bexwaşa, Ol û Beydanoqa. Her wiha ji êlên kurdan Berazî û kêtik hene.

Beşek mezin a vê civakê xwendekar û rewşenbîr in ku gelek helbestvanên navdar jê derketin. Lê rejîma Baasê ev herdu tebeqe ji bo berjewendiyên xwe bikar dianîn.

MINBIC-MECLISA-SIVIL-MECLISA-XWE-FIREH-DIKE ‫(37749252)‬ ‫‬

Beriya 2011

Di vê çarçoveyê de rejîmê ji bo rêvebirina hemû navend û dezgehên xwe yên li Kobanê; bi taybet ên ewlehiyê, kesên ji Minbicê erkdar dikirin. Bi vê re gel li hemberî hevûdin sor dikirin û nakokiyên Seyda û Kole derdixist holê. Viya heya Minbicê bandorek neyînî çêdikir.

Piştî 2012

Beşên rewşenbîr û eşîr ê Minbicê di nav şoreşa Sûriyê de, tu rol nelîstin û li paş man. Lewra nikaribûn civaka xwe birêve bibin û bi xwe jî bûn hedefa komên çete yên ku bajar dagir kirin. Heya hatina DAIŞ’ê, komên artêşa Azad û El-Nusra ev herdu tebeqe bi temamî bêdeng kiribûn. Lê DAIŞ’ê bandora herî xirab li van kir ku di serî de dest bi riswakirina eşîran, paşê bi darê zorê ew tevlî xwe kirin (Mubayea) herî dawiyê jî serî li rêbaza qetilkirinê da.

Her çiqasî hejmarek zelal hene jî, çeteyên DAIŞ’ê di nav salên dagirkeriya xwe de, bi dehan rewşenbîrên Minbicê qetil kirin.

Dawiya tarîtiyê 5

Li hemberî hovîtiya çeteyan û piştevanên wan, gelên Minbicê têkoşîna qet ranewestandin û bajarê rizgar kirin. Şêniyên ku ji ber zulma çeteyan neçarî derketinê bibûn, hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Komên wekî Cebhet El-Ekrad, Şems El Şemal ku piştre di bin sîwaneya Burkan El-Firat de bûn yek, çend ji wana ne.  Herî dawiyê jî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat avakirin û di 1’ê Hezîrana 2016’an de hemleya rizgarkirina herêmê hat destpêkirin. Di encama hemleyê de herêm di 12’ê tebaxê de bi temamî rizgar bû.

ebû leyla (6)

Piştî rizgarkirinê li bajar rêveberiya herêmî hat avakirin û niha hewl dide koka firatî ya cihêreng nûjen bike. Ji ber vê yekê ku şêniyên Minbicê ev pêvajo wekî “serdema demokratan” binav kiriye. Lê tirsa berê bi temamî ji ser xwe ne avêtine, loma ji kamerayan direvin.

SIBE: Serdema Demokratan

(a)

ANHA