Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Minbiciyan pênase kir: Serdema Demokratan -2

DOSYA

NAZDAR EBDÎ

MINBIC – Pergala ku piştî rizgarkirinê li Minbicê hatiye avakirin, pir rengî ye. Lewma welatî wekî ku ji dojehê derbasî bihûştê bûne vê pêvajoyê wekî “serdema demokratan” binav dikin.

Di paşerojê de Minbic gelek caran ji ber êrîş û sedemên xwezayê (erdhej) wêran bûye. Heta pêvajoya şoreşê ziyana herî mezin di dema Mogolan de pêk hatiye. Di vê demê de şûnwarên bajar bi temamî ji holê hatine rakirin. Lê di pêvajoya şoreşê û dagirkirina çeteyan de, li rex hilweşandina xwezayê, civak bi xwe jî hate pêpeskirin û di komkujiyan re hat derbaskirin.  Çeteyên DAIŞ, şûnwarên vî bajarî hilweşandin. Li navenda bajar  di parka navendî de hin berhemên ku vedigeriyan serdema Bîzansiyan û perestgeha Hîrapolos , her wiha Kela Necim, Kevirên Sûr, Ekrobol, girên dîrokî û hwd xirab kirin.

Li hemberî hovîtiya van çeteyan, gelê Minbicê ku di 2011’an de bi serhildana yekemîn bibûn beşek pêşengên şoreşê, piştî 5 salan karibûn ji tarîtiyê derkevin. Ji ber vê têkoşîna dijwar e ku Minbicî vê serdemê wekî pêvajoyek nû binav dikin. Piştî ku bajar di 12’ê Tebaxa 2016’an de hat rizgarkirin, cara yekemîn şêniyên wê bixwe pergalê ava dikin.

Hêza veşartî bû parasvan

Her kesekî/e ku biçe Minbicê destpêkê bala xwe dide vê rewşê. Şopên wêranî û ruxandinê hîn hene, lê di ruyên mirovan de heyecan û xwendinek nû heye. Ji serpêhatiyên xwe gelek sûd wergirtine.  Bi taybet parastin di rêza yekem de tê, lê ev jî parastina wan bixwe ye.

Di destpêka bajar  de wesayita me li benda kontrolê hat sekinandin. Lê tişta herî zêde bala me kişand ew bû ku asayîş piranî jin bûn. Li bajarekî ku heta niha ne dihiştin jin derkevin derve û mafê axaftina wan tunebû, niha jin parastinê dikin. Ne tenê li bendên kontrolê, di nava bajar de jî, jin pergala tirafîkê jî pêk tînin. Hemû jî bi dildarî tevlî vê xebatê bûne û di ruyê wan hem hêrsa dehan salan hem jî heyecana îradebûnê heye. Her yekê ji wan serpêhatiyek heye.

Asayîbûn!

Ji aliyê rojavayê bajar ve 20 kîlometre û aliyê bakur ve jî 18 kîlometre nêzî bajar hîn jî pevçûnên bi çeteyan re berdewam dikin. Ev yek tirsekê çêdike, lê baweriya gel êdî bi hêza xwe heye.  Dayika bi navê Fatima Ehmed dibêje: “Min digot ew ê çete her car êrîşî Minbicê bikin û li vir komujiyan pêk bînin. Mîna ku li Kobanê kirin. Lê dema êvarê derdikevin şaneşînê û tirimpêlên asayîşê yên bênavber digerin dibînim, dilê min rihet dibe”.

Di nav bajar de, li ber wêranî û hin şopên ji serdema tarî mane, jiyan di asayîbûna xwe de diherike. Li bazara navendî kombûnek mezin a gel heye û li wir trafîk zêde ye. Taxa sînaa jî her wiha. Xwendekar û mamoste ji dibistanan vedigerin. Deriyên hemû saziyan vekirî ne û her kes li ser karê xwe ye.

Pergalek nû

5 meh in piştî rizgarkirinê li Minbicê guhertinên girîng çêkirine. Pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û sûdek mezin ji tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin. Gelek mînakên wekî yên Rojava tên dîtin. Lê dema mirov li şêwaza tevgerkirinê dinêre, tê digihêje ku ev bajar li gorî taybetmendî û xweseriya xwe tê rêvebirin.

Pergal li ser esasê temsîliyeta gel, rêxistinkirin û perwerdekirina wê hatiye avakirin. Meclîsa Sivîl a Giştî, meclîsên gel ên gund û taxan, akademiyên perwerdeyê, Rêxistina Ciwanan, Rêxistina Jinan, Mala Jin, Şaredarî, Saziyên Xizmetguzariyê, Dadgeha Gel hîmên esasî yên vê pergalê ne.

Meclîsa Sivîl a Minbicê

Sîwaneya herî bilind a rêvebirina bajar e. Ev rêveberî li ser daxwaza gel di 5′ê Nîsana 2016′an de hatiye avakirin. Meclîsê tevî derfetên kêm xebatên rêxistinkirina bajêr dane meşandin. Pergala dibistan, navendên tenduristiyê, Desteya Dada Civakî, sazî û şaredariyên gel, komîteyên parastin û xizmetên ji nû ve avakirinê, her wiha sîstema hevserokatiyê di hemû saziyan de daye rûniştandin.

Meclîs ji 120 meclîsên gund û 5 meclîsên taxên bajar hatiye avakirin û tevna civaka Minbicê birêxistin kiriye. Her wiha êlên herêmê di meclîsê de tên temsîlkirin û ji wana  64 êlên ereban. Biryar bi beşdarbûna hemû pêkhateyên meclîsê tên girtin û pêkanîn, lewma di demek kurt de veguheriye sîwaneya rêvebirina hemû bajarê Minbic û gundewarên wê.

Xebatên xizmetguzariyê

Di dema rejîma Baasê de dihat plankirin ev bajarê girêdayî parêzgeha Helebê, bi serê xwe veguhere parêzgehekê. Lewra li vir makanîzmeyên xizmetguzariyê hene. Gelek berhemên aboriya Rojava di anîn vê herêmê. Mînak hemû genimê li herêmên Rojava li vir dikare bê depokirin û di aşxaneyên mezin de veguherînin ard. Meclîsa sivîl têkildarî xizmetguzariyê rêveberiyek av û ceyranê ava kiriye û van xebatan dimeşîne. Lê gelek depo ji aliyê çeteyan ve hatine rûxandin, lewma niha ev tên sererastkirin.

Şaredariya gel beşek din a girîng ji bo xizmetê ye. Di rewşa niha de zêdetirîn karên paqijiyê dike, lê tê armanckirin ku hemû erkên şaredartiyê bicih bîne. Ji bilî şaredariyê di her meclîseke Minbicê de komîteyek xizmetguzariyê hatiye rêxistinkirin da ku bibe muxatebê yekemîn ê hemû beşên civakê.

Akademî

Piştî salên dirêj ên di bin dagirkeriya gelek komên tunderew ku her yek ji wan dixwest li ser hişmendiya civakê bandorek bike, pêwîstiya avakirina sîstem û hişemendiyeke nû ya perwerdeyê derketiye holê. Bi vê armancê li Minbicê 2 akademiyên perwerdeyê (Akademiya Şehîd Îsmaîl a Civaka Demokratîk û Akademiya Şehîd Hozan Can a ciwanên ereb) hatine vekirin.

Li herdu akademiyan ciwan û beşên din ên civakê tên perwedekirin. Weke gava yekemîn endamên meclîs û saziyên di bin sîwaneya meclîsa sivîl de û ciwanên Yekîtiya Ciwanên Ereb tên perwerdekirin. Paşê jî tê armanckirin ku hemû neferên civaka Minbicê bên perwerdekirin.

Di van akademiyan de bi giranî waneyên wekî dîroka Sûriyê, dîroka Rojhilata Navîn, dîroka gelên herêmê, jiyana hevbeş û biratiya gelan, kesayet û civaka azad, dîroka jin a azadiyê, şoreşa Sûriyê û çavkaniyên aloziyê, federalî û sîstemên guncaw ên çareserkirina aloziya Sûriyê ku bihêlin civaka Minbicê li paşeroj û guherînên siyasî yên hawirdora xwe haydar bin, tên dayîn.

Ciwan

Balkêş e ku cara yekemîn di civaka Minbicê de ciwan derdikevin pêş û dibêjin; “Êdî divê em bibin pêşengên çareseriyê”.  Di çavdêriya xwe de me dît ku ciwan ji ber kombûna nakokiyan, aloziyê û dûrketina ji cewhera şoreş û daxwazên sereke yên guherîna cewherî gihiştine têgihiştina lêgerîna çareseriyê. Bi vê mebestê Tevgera Ciwanên Demokrat ên Ereb dest bi firehkirina tevna xwe ya li Minbicê kiriye. Tevgerê li vir rêxistinek ku ji dehan endaman pêk tê, ava kiriye. Di bin sîwaneya wê de, li hemû gundên Minbicê û navenda wê tevnek mejiyên ciwan hatiye hunandin û deverekê komîteyên rêxistinî, spor, çand û huner û perwerdeyê ava dike.

Her çiqasî navê tevgerê ciwanên ereb be jî, di bin sîwaneya wê de ciwanên çerkes, kurd û tirkumen jî hene. Lê dîsa jî me têkdarî mijarê pirsa xwe ji Endamê Rêveberiya Tevgerê Ehemed Welo kir û ev bersiv da: “Niha ev hemû xwedî pisporiyên cihêreng in, tenê tevgerek ciwanan a erebî hebû û hemuyan xwe lê civand. Hedefa me ew e ku vê fireh bikin û sîwaneyek Sûrî ava bikin da ku hemû nasnameyên bigire nava xwe.”

Jin

Xalek ku di pergala Minbicê de bala me kişand jî, rêxistinkirina jinê bû. Di sîwaneya mezin a Meclîsa Sivîl de jin jî weke kordîneya hemû xebatên xweser tên gel hev û endamtiya meclîsê dikin. Ji xwe sîstema Hevserokatiyê ji meclîsên gund, xet, tax û heya Meclîsa Sivîl hatiye pêkanîn. Ev jî zemînek wekheviyê di civaka Minbicî ya hatiye xeniqandin de vedike.

Li gorî agahiyên ku rêveberiya Meclîsa Sivîl dane, dema bajar nû hat rizgarkirin dozên jin û pirsgirêkên asî gelek bûn. Lewma di gava yekemîn de vekirina maleke jin pêwîstiyek jêneveger hatiye dîtin. Jin di hemû saziyan de cihê digirin, lê wekî rêxistirina xweser, Mala Jin heye. Dozên hemû jinên ku di salên berê de tundî dîtine,  hatine komkirin. Mala Jinê armanc dike ku ji van dozan pirtûkek amade bike. Li aliyê din dozên jinan ku niha derdikevin ji aliyê Mala Jinê, komîteyên lihevanînê  yan jî Dadgeha Gel ve tên çareserkirin.

Dadgeha Gel

Ji komîteyên lihevanînê heya Dadgeha Gel, rêxistinek dadwerî derketiye holê. Di 14’ê Kanûna 2016’an de Meclîsa Dadgeha Civakî ya Minbicê hatiye avakirin. Ji wê demê vê meclîsê yekser dest bi çareserkirina dozên gel kiriye û heta niha 125 doz çareser kirine. Bi vê yekê bawerî daye gel ku hemû pirsgirêkên xwe bînin vê saziyê.

Dema mirov hemû perçeyan tîne ba hev, baştir fêm dike ka çima welatiyên bajar pênaseya “serdema demokratan” kiriye. Cara yekemîne ku welatiyên vê herêmê xwe birêve dibin, pirsgirêkên xwe çareser dikin û girêdayî tu hêzan nîn in. Her wiha bi awayekî azad gotubêj dikin. Lewma li nava bajar welatî ji hev re dibêjin “demokrat hatine,  demokratan ev kar meşandiye…”

DAWÎ

(a)

ANHA