Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Mîrasa fikirî û felsefî ku bi rengê Jinolojî teşe girtî sira serkeftinê ye’

Dîmen

 

QAMIŞLO – Foza Yûsif tekez kir ku mîrasa fikirî û felsefî bi rengê jineolojî teşe girtî sira serkeftina şoreşa Rojava ye.

Yekemîn Konferansa Jinolojî ku li îro li bajarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê hate destpêkirin, didome. Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif derbarê giringiyaʺJineolojîʺ û taybet di şoreşa Rojava de di konferansê de axivî.

Foza Yûsif tekez kir ku mîrasa fikirî û felsefî bi rengê jineolojî teşe digre û ev yek jî sira serkeftina şoreşa Rojava ye û wiha pê de çûʺPêwistiya her şoreşekê bi zanistekê heye. Ji ber vê yekê jî sira şoreşa Rojava ew e ku mîrasa fikirî û felsefî êdî bi rengê ʺjineolojîʺ teşe digre. Ev zanist ango ʺjineolojîʺ wê bihle em analîzên rast bikin û bersiva çawa em bijîn, ji kur em dest pê bikin û  çawa destpê bikin dide me.ʺ

Derbarê xebat û çalakiyên Akademiya Jineolojî Foza gotʺCivînên bi vî awayî dihêlin ku em di dozan de kûr bibin û karibin rêbazên çareserkirinê peyda bikin. Lêkolîn û xebata ku jinan di vê mijarê  de ango di mijara Jineolojî de kirin, gelekî girîng e, ji ber bi saya wan lêkolînan em ê zanibin çawa bi civaka xwe re bidin û bistînin.ʺ

(kc)

ANHA