Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Misir, Yonan û Qubrus li dijî Tirkiyeyê koalîsyonekê ava dikin

NAVENDA NÛÇEYAN – Hate ragihandin ku Misir, Yonan û Qubrus li dijî dewleta Tirk koalîsyonekê ava dikin da ku rola wê li herêmê lawaz bikin.

Ji bo Tirkiyeyê nameyek lê bi zimanekî din

Çavkaniyên ji Misirê ji Rojnameya El-Ereb re ragihandin ku têkiliyên di navbera Misir, Yonan û Qubursê de ji têkiliyên bazirganiyê mezintir in.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku ev hersê dewlet ji bo zextê li ser Tirkiyeyê bikin û rola wê di Rojhilata Navîn de dorpêç bikin, hewl didin di nava xwe de koalîsyoneke herêmî ava bikin.

Sala 2013’an li Misirê piştî ku hukmê rêxistina El-Îxwan El-Muslimîn bi dawî bû û hikûmeta Enqereyê destek da rêxistina El-Îxwan El-Muslimîn, hikûmeta Misirê xwest ku rola Tirkiyeyê li herêmî zeyîf bike.

Misir, Yonan û Qubrus îro pêvajoyekê dest pê dikin û hewl didin ku bi setratejiyeke nû rola Tirkiyeyê û tevgera wê ya setratejîk û aborî li herêmê lawaz bikin.

Îro li paytexta Qubrusê Nicosia’yê lutkeyeke sê alî ya bi beşdariya Serokê Misirê Ebdulfetan El-Sîsî, Serokê Qubrusê Nikos Anastasiaes û Serokwezîrê Yonanê Alexis Tsipras pêk tê.

Çavkaniyeke Misirî ya dîplomatîk ji Rojnameya El-Ereb re diyar kir ku “Her ku lutkeyek di navbera van hersê dewletan de çêdibe, Tirkiyeyê dikeve nava metirsiyan. Di dema dawî de Tirkiye piştî ku nas kir ev hewldanên wê yên dijberiya Misirê vala vala ne, helwesta xwe ya li beramberî Misirê daye guhertin û hêdî hêdî paşde vedigere. Helwesta dijber a Tirkiyeyê li hemberî Misirê hişte ku El-Sîsî têkiliyên xwe bi Yonan û Qubrus re xurt bike û vê têkiliyên wekî fişarekê li ser Tirkiyeyê bikar bîne.”

Çavkaniyê diyar kir ku ev koalîsyona Misir, Yonan û Qubrusê di destpêkê de koalîsyoneke siyasî ye û dibe ku piştre di aliyê ewlekarî û aborî de were pêşxistin.

Misir dibîne ku Serokomarê Tirkiye Receb Tayyîn Erdogan ji sala 2013’an ve veguhertina siyasî li Misirê reş dike û sembolê wan îhanet dike, her wiha piştgiriya rêxistina El-Îxwan El-Muslimîn kiriye û rêveberên rêxistinê li ser xaka xwe hembêz kiriye. Ne tenê ev, hikûmeta Tirk ji rêveberên rêxistina El-Îxwan El-Muslimîn re li Tirkiyeyê civîn û kongre li dar xistine û wan li dijî Misirê bikar anîne.

Nakokiyên di navbera Tirkiye û Misirê de derbasî qonaxeke din dibin û derbasî asta herêmî bûye. Di aloziya Qeterê de jî, Tirkiye dîsa kete dorê û pêdiviyên wê yên parastinê û aborî bi cih anî da ku rê li pêşiya Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat û Behrênê bigre ku dixwestin zextê li Qeter bikin da ku sozên xwe yên berê bicih bîne.

Erdogan xwe xistiye helwesteke dijber li hemberî dewletên navendî yên herêma Rojhilata Navîn wekî Misir û Erebistana Siûdiyê. Vê yekê hiştiye ku Tirkiye rola xwe ya destwerdana di nava dewletên Erebî de winda bike.

Palyozê Misirê yê Berê li Amerîkayê Ebdulrewûf El-Rîdî got “Ne diyar e ku ev kombûn ango koalsîyona hanê bi awayekî rasterast li dijî Tirkiyeyê ye. Lê di dawiyê de Enqere li dijî berjewendiyên Misirê disekine û jê re pirsgirêkan çêdike.

Çavdêrên siyasî dibînin ku dewletên sermayedar ên cîhanê wekî Amerîka û Rûsyayê dixwazin ku rola Tirkiyeyê li herêma Rojhilata Navîn lawaz bikin û li şûna Tirkiye, Misir ji bo dosyayên girêdayî Rojhilata Navîn were erkdarkirin.

Dibe ku avakirina Koalîsyona Misir, Yonan û Qubrusê yek ji van hewldanan be.

(he)