Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mislim: Şoreşa  Bakûrê Sûriyê bû şoreşa Rojhilata Navîn

SIWÊD – Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Vîstîros a Siwêdê bi boneya salvegera 5`an ya 19`Tîrmehê, axivî û got ku Şoreşa li Bakûrê Sûriyê bû Şoreşa Sûriyê û giştî Rojhlilata Navîn. SIUED-AXAFTINA-SALIH-MUSLIM ‫(1)‬ ‫‬

Bi sedan Kurdistaniyan li bajarê Vîstîros li ser vexwandnameya rêxistina PYD`ê ya Siwêdê salvegera 5 `an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku di sala 2012`an de  çirûska xwe  ji Kobanê dest pê kir û piştre li giştî Rojava û Bakûrê Sûriyê belav bû, bi şahiyekê pîroz kirin.

Hevseroka Meclîsa Partiyê li bajêr Nadiya Dihokî axivî û bal kişand ser destkeftiyên ku bi saya Şoreşa 19`ê Tîrmehê hatine bidestxistinû da zanîn ku şoreş berdewame heta ku Sîstema Fedraliyê li Rojava û Bakûrê Sûriyê were bicih anîn.

Hevserokê PYD`ê Salih Mûslim bi riya telefonê tevlî şahiyê bû û Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Şervanên YPG û YPJ`ê û hemû Kurdistaniyan pîroz kir.

Mislim anî ziman ku şoreşa ji Kobanê çirûska xwe dest pê kir,  li hemû bajar û bajarokên Rojava belav bû û bû şoreşa Sûriyê û Rojhilata Navîn”.SIUED-AXAFTINA-SALIH-MUSLIM ‫(1)‬

Mislim bibîr xist ku şoreş li Bakûrê Sûriyê berdewam e û Sîstema Fedraliya ya Bakûrê Sûriyê çareseriya herî guncaw a kirîza Sûriyê ye.

Herwiha di şahiyê de nûnera Rêxistana Jin a PYD`ê li Ewropa Zozan Dêrik axivî û salvega Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û rola jin di şoreşê de vegot.

Şahî bi stranên hunermend Bengîn Efrînî, Dilşad Hewlêrî, Xweşnav Efrînî, Ûmîd Mihemedî û Qedrî Remedan ên şoreşgerî û gerandina govendê bi dawî bû.

(jo)

ANHA