Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Misliman, êzîdî û xiristyanên Sûriyê banga rawestandina êrîşa li ser Efrînê kirin

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN –Nûnerên hemû olên Sûriyê (Misliman, Êzîdî û Xiristyanî) derbarê êrîşên Arêtşa Tirk û binpêkirinên wan ên li Efrînê daxuyanî dan.Di daxuyaniyan de êrîşa li ser Efrînê û komkujiyên dewleta Tirk ku li dijî sivîlan pêk tînin hatin şremezarkirin û hate gotin ku ev komkujî komkujiyên Osmaniyan ên li dijî gelan û olan tîne bîra mirov. NÛnerên olan her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin ku di dadgehên navdewletî de hesab ji Erdogan bixwazin.

Îor oldarên Misliman, Êzîdî û Xiristiyan li ber avahiya MSD’ê ya li bajaroka Ên ÎSa kom bûn û daxuyaniyên cûda derbarê êrîşên Artêşa Tirk ên li ser Efrînê dan. Di daxuyaniyên ku ji aliyê oldanan ve hatin xwendin de êrîşa Artêşa Tirk û teroristên wê ya li ser Efrînê hate şermezarkirin û bang li civaka navdewletlî hate kirin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku dawî li êrîşan bîne.

Daxuyaniya Yekîtiya Oldarên Misilman-Bakurê Sûriyê

Di daxuyaniyê de hate gotin ku nêzî mehekê dewleta Tirk û teroristên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusr, he wiha komnê terorist ên din êrîşî herêma Efrînê a bi ewle dikin. Di êrîşa xwe de hmeû cûreyên çekan bikar tînin û wiha dom kir: “Erdogan beriya dest bi êrîşê bike, got ku wê Efrîn li ser serê niştecihên wê birûxîne. Ev daxuyaniyên wiha tenê ji dîktatoran derdikevin. Di heman demê de ferman da meleyên mizgeftan ku ayeta Fatîha wekî piştgiriya şerê li dijî Efrînê bixwîn in. Ji aliyekî din ve jî qanûnek derxistin û her kesê li dijî wan derkeve bixin zindanê.

Erdogan îda dike ku nûnertiya fikirê Islamê dike, lê islam jê bêriye, baweriya wê bi xwedê nayê.

Çiqas rihên bê guneh bi destê AKP hatin qetilkirin, niha jî pîlan dike ku DAIŞ, Nusra û komên din dixwaze li Efrînê bi cih bike. Wê şêniyên wê yên resen bide koçberkirin, wiha jî wê bike bargeha teroristan, Erdogan jî wiha daxuyakirin û got ku wê 3 milyon û nîv koçberên din ên Sûriyê li Efrînê bi cih bike.

Dem em dengê xwe bilind bikin û bang li saziyên islamî bikin ku xîtabî hikûmeta AKP bikin û jê bixwazin ku êrîşa xwe ya lis er Efrînê rawestîne, .

Em bang li NY, Perlamtoya Ewropa û Hêzên Koalsîyona Li dijî DAIŞ dixwazin ku helwesteke hişt derbarê êrîşa Artêşa Tirk û komên Qaîda û DAIŞê ya li ser Efrînê nîşan bidin.

Di heman demê de em bang li gelên Ewopa jî dikin ku zextê li hikûmetên xwe bikin, ji be rev teror xeteriya wê li ser me û we herdûyan e. Dîmenên têne belavkirin tekez dike ku ew komên bi dewleta Tirk re êrîşî Efrînê dikin ew DAIŞ in. Dewleta Tirk ew parstian û wan perwede kir da ku wan di êrîşa li ser Efrîn û Bakurê SÛriyê bide bikaranîn.

Bi navê Mala Êzîdiyan jî daxuyanî hate dayîn û hate êrîşa dewleta Tirk hate şermezarkirin û hate gotin ku divê dawî li êrîşa hovana ya deweleta tirk û çeteyên wê were.

Bi navê Xiristyanên Sûriyê jî daxuyanî hate xwendin û êrîşa dewleta tirk bi tundî hate şermezarkirin û bang li civaka navdewletîhate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li êrîşê  bînin.

(dc)

ANHA