Têkilî | Derheqê me de

Misr, yekem dewleta erebî helwesta xwe ji êrîşa Efrînê diyar kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta karê Derve ya Msirê êrîşa li ser Efrînê şermezar kir û êrîş wekî destwerdana di xaka Sûriyê de binav kir û got ku êrîşê qebûl nakin.

Yekem daxuyaniya fermî ji welatên ereban derbarê bombebarana dewleta Tirk a li ser xaka Efrînê derket. Wezareta Derve ya isrê derbarê êrîşa li ser Efrînê daxuyanî da û got ku ew êrîşên leşkerî yên ku Artêşa Tirk li dijî bajarê Efrînê ya li bakur-rojavayê Sûriyê pêk tîne qebûl nakin û êrîş wekî binpêkirineke nû ji xaka Sûriyê re binav kir.

Wezareta Karê Derve ya Misrê her wiha got êrîşa dewleta Tirk hewldanên çareseriyên siyasî û şerê li dijî terorê li Sûriyê ruxandin û wiha got: “Helwesta Misrê derbarê ne qebûlkirina rêbazên leşkerî diyare. Ji ber êrşa birayê me yên gelê Sûriyê zêde dike. Tevlîbûna hemû aliyan di xebatên çareseriya siyasî d3e bê dûrxistina tu aliyan ji boparstina xaka Sûriyê girîngiyeke.”

Dewleta Tirk ji duh ve dest bi bombebarana herêmên sivîl ên Efrînê kir.Di encama bombebarana dewleta Tirk de zarok jî di nav deheta niha 8 sivîl şehîd bûne û 13 birîndar bûn. Hêzên YPG/YPJ’ê bi hemû hêza xwe besiva êrîşên Arêtşa Tirk û çeteyên wê dide.

(dc)