Têkilî | Derheqê me de
ANHA

MSD′ê komkujiya Eqarib şermezar kir

NAVENDA NÛÇEYAN – MSD′ê komkujiya ku çeteyên DAIŞ′ê li gundê Eqarib a li gundewarên rojhilatê Hemayê, şermezar kir û soza domandina şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê da.

MSD′ê derbarê komkujiya ku çeteyên DAIŞ′ê li gundê Eqarib a dikeve gundewarên rojhilatê Hemayê pêk anîn de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

″Di dema ku li Sûriyê bûyerên nû diqewimin, Hêzên QSD′ê li bajarên Reqqayê û Tebqayê serkeftinên mezin bi dest dixin û cewleyeke nû ji danûstandinên Cinêv-6 hat destpêkirin, çeteyên DAIŞ′ê li gundê Eqarib a girêdayî bajarê Hemayê û di destê rêjîma Baas de ye, komkujiyek pêk anî û bi dehan sivîl bûn qurbanî.

Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin û bang  li dewletên navneteweyî û Rûsya dikin ku ji bo parastina sivîlan tedbîran bigirin. Divê gelê me jî bi yek destî li hember çeteyan şer bike.

Em ê şerê li hember terorê bidomînin, Sûriyeke azad û demokratîk ji hemû gelê Sûriyê re ava bikin.  Şehîd namirin, em selametiya xêrê ji birîndaran re dixwazin.″

(mm)

ANHA