Têkilî | Derheqê me de
ANHA

MSD: Ji ber Itîlafê şoreşa Sûriyê ji riya xwe derket

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Serokatiya MSD`ê, diyar kir ku ji ber koma bi navê Koalîsyona Niştemanî ya Opozisyona Sûriyê (Itîlaf) Şoreşa Sûriyê ji riya xwe derket û paşde ma.

Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriyê  Demokratîk (MSD), bersiva  daxuyaniya koma ku bi navê Koalîsyona Opozisyona Sûriyê tê naskirin û  di daxuyaniyê de dixwastin PYD û  hêzên leşkerî yên  parastina herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê dikin, bixin  lîsteya  terorê, da.

Daxuyaniya MSD`ê  wiha ye:

“Di demeke ku Kolîsyona Navneteweyî piştgiriya  xwe  ji bo QSD`ê ku hêza çalak û tekane hêza  ku nûnertiya gelê Sûriyê dike û dikare terora DAIŞ`ê xelas bike, zêde dike em dibînin  ku  Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê (Itîlaf) ku bû egera  paşketina şoreşa Sûriyê û jirêderketina wê ji  û rênedana ku gelê Sûriyê armanca xwe ya azadî pêk bîne, ji roja hatiye avakirin  li ser esasê berjewendiyên herêmî û navnetewî tevdigere. Her  wiha Koalîsyona Sûriyê bi rêya pişgiriya leşkerî û darayî ji aliyên teror ên wekî DAIŞ, El-Nusra û birayên  wê, şoreşa Rojava kir  armanca xwe û bi riya  wan aliyê  teror dixwast  herêmên  Bakurê Sûriyê derbas bike û di navbera  hemû pêkhateyên wê de, fitne û  şer derbixe .

Tevî van hemûyan jî, heta niha endamên Koalîsyona Sûriyê tekez û li xwe mukir tên ku ew komên navborî beşek ji şoreşa wan a li dijî rejîmê ye. Îro di demeke ku QSD û  hevkarê xwe  Koalîsyona Navneteweyî destkeftiyên mezin bidest dixin,  Koalîsyona Sûriyê,  Partiya Yekîtiya  Demokratîk(PYD) ku beşeke çalak ji MSD`ê ye û bi partî û hêzên ku nûnertiya gelê herêmê dikin ji bo avakirina Rêveberiyeke Xweser a Demokratîk  da ku bighêjin Sûriyeke nû, bi tewaneke çewt, tewanbar kir .

Hewldanên Koalîsyona Sûriyê bi rêya çapemeniya xwe  ya nîjadperest û şofîn ê girêdayî hêzên herêmê  wekî Tirkiyê û ji bilî wan xistina QSD û YPG`ê di nava lîsteya terorê de, “Karê ehmaqa ne “ û isbata wê jî ku endamên wê wekî DAIŞ`ê ne parastina radîkalî û terorê dike.

Ji ber van sedeman em di MSDʹê de tekez dikin ku em heta dawî bi hevkariya xwe ya bi Civaka Navdewletî ku ji bo tunekirina terorê tekoşînê dikin re girêdayî bin. Emê  xebatên xwe yên leşkerî, siyasî û çapemeniyê li dijî koma bi navê Itîlaf ku tevliheviya mezhebî li dijî gelê me pêk têne, bidomînin. Baweriya me bi doza kurdî û pêwîstiya çareserkirina wê ya li ser esasê Sûriya Fedral a Demokratîk tê. Di heman demê de baweriya me bi serkeftina li dijî terorê û hêzên tundrew heye.ʺ

(kc)

ANHA