Têkilî | Derheqê me de
ANHA

MSD: QSD`ê bi rizgarkirina Reqayê re tunekirina DAIŞ`ê nêzîk bû

NAVENDA NÛÇEYAN – MSD`ê got ku rizgarkirina Reqayê serkeftineke min a hêviya nêzîkbûna çareseriya aloziyê di dilê tevahiya gelê Sûriyê de mezin kiriye. MSD’ê her wiha diyar kir ku sîwana siyasî ya QSD`ê xwedî projeyeke giştî ya pêşeroja Sûriyê ye, projeya Sûriya Federal û Demokratîk a ku yekîtiya xaka Sûriyê diparêze û xwedî li çanda pireng derdikeve û biratiya gelan û jiyana hevbeş pêş dixe ye.

QSD`ê piştî şerên bê navber ên nêzî 4 mehan, duh ragihand ku bajarê Reqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûye. Di vê derbarê de QSD`ê ragihand ku şervanan dest bi paqijkirina bajêr kir.

Bi weşandina nûçeyên rizgarkirinê re, şêniyên Bakurê Sûriyê daketin kolanan şahiya rizgarkirina Reqayê lidar xistin. Reqa êdî piştî çend salan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûye.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD)bi daxuyaniyekê rizgarkirina Reqayê pîroz kir û got ku serkeftina li Reqayê şikestineke din a çeteyên DAIŞ`ye û hevkarên wê ye.

MSD`ê diyar kir ku QSD`ê bi vê serkeftinê nêzî tunekirina çetyên DAIŞ’ê ya di Sûriyê de bûye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat:

“Rizgarkirina Reqayê serkeftineke mezin a li ser destkeftiyên ku QSD`ê pêk anîne. Em di wê baweriyê de bûn ku bi saya lehengiya şervanên ku soz dabûn xaka welat ji qirêjiya terorê paqij bikin, dê mizgîna rizgarkirina Reqayê dirêj neke. Her wiha serkeftin bi saya fedakariya şehîdên me yên xwîna xwe ji bo derkirina terorê ji xaka me dane, pêk hat. Hilweşîna paytexta DAIŞ`ê li ser destê jinê tê wateya ku çanda zordestî û destdirêjiyê ji holê rabû. Bi vê yekê bi milyonan jin li ser asta cîhanê rizgar kirin, ji ber vê yekê jî şer ne tenê şerê şêniyên Reqayê bû, lê belê şerê tevahî mirovahiyê ya li dijî zulm û zordestiyê bû. Serkeftina îradeya azad a li ser hêzên tarî û paşverû bû.Ev serkeftina îrdeya azad a hêzên demokratîk li dijî tarîtiyê ye”

Ev serkeftin şikestineke mezin a çeteyên DAIŞ`ê û hevkarên wê û hêzên herîmî yên destekê didin DAIŞ`ê, zêde dike.

QSD`ê bi vê serkeftinê û bi desteka Koalisyona Navnetewî, ji holêrakirina DAIŞ`ê li Sûriyê ve nêz bûye ku paytexta DAIŞ`ê ji xwe re destnîşankiribû hilweşiye û çete hatin şikestin û xwe radest kirin.

Serkeftinê di dilê Sûriyan de hêviya nêzîkbûna çareseriya aloziya dirêj kiriye de, çand. sîwaneya siyasî ya QSD`ê xwedî projeyeke giştî ya pêşeroja Sûriyêye, projeya Sûriya Federal û Demokratîk e ya yekîtiya xaka Sûriyê diparêze û xwedî li çanda pireng derdikeve. Xwe dispêre qebûlkirina her kesî , biratiya gelan û jiyana hevbeş xurt dike.

Em di Meclîsa Sûriya Demokratîk de, vê serkeftina bi nirx li şêniyên me yên Reqayê û pêkhateyên gelê Sûriyê pîroz dikin. Her wiha vê serkeftinê û şikestina terorê li baregeha wê ya girîng ji xwe re destnîşankiriye, li tevahî gelên cîhanê û herêmê pîroz dikin. Ev gava wê Sûriyê û Rojhilata Navîn bigîne berava ewlekariyê.”

QSD`ê di 6`ê Hezêrana derbasbûyî de hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê da destpêkirin. Hemle piştî rêzekê ji qonaxên hemleya Xezeba Firatê ku di 6`ê Mijdara sala derbasbûyî de hatibû destpêkirin de, hat pêk anîn. Bi vê yekê tevahî gundewarên Reqayê, bajarê Tebqayê û bendava Firatê hatin rizgarkirin û paşê jî dest bi operasyona rizgarkirina taxên bajarê Reqayê hat kirin.

(rr)

ANHA