Têkilî | Derheqê me de
ANHA

MSD û Eniya Jinên Şehbayê îlankirina Kantona Şehbayê pîroz kirin

ŞEHBA- Şandeyên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Eniya Parastina Jinên Şehbayê îlankirina Kantona Şehba pîroz kirin.SEHBA-ZEYARET-LI-KENTONE-SEHBA ‫(180814337)‬ ‫‬

Bi du şandeyan û di demên cuda de, hejmarek ji şervanên Eniya Parastinên Jinên Şehbayê û hin endamên MSD`ê serdana Meclîsa Rêveber a Kantona Şehbayê kir û îlankirina Kantona Şehbayê li wan pîroz kir.

Şandeya Eniya Parastina Jinên Şehbayê de, ji fermandar û şervan û ya Buroya MSD`ê  Hevserokên Buroyê  Gulistan Seyîdo û Elî Mehmûd, Rêveberê Buroya Ciwanên Meclîsê Merwan Yûsif, Rêveberê Buroya Têkiliyan Mihemed Heyîder û Rêveberê Buroya Rêxistinî Mihemed Hesen, pêk dihat.

Herdu şande ji aliyê Hevserokên Meclîsa Herêmên Şehba Cîhan Xidir  û Ismaîl Musa û Serokê Desteya Çandiniyê Qido Elî ve hatin, pêşwazîkirin.SEHBA-ZEYARET-LI-KENTONE-SEHBA ‫(180814338)‬ ‫‬

Di nîqaşan de îlankirina Kantona Şehba di Federaliya Bakurê Sûriyeyê de hat pîrozkirin, her wiha hat diyarkirin ku ev yek bi saya berxwedana şehîdên Hêzên Şoreşger û Eniya Parastina Jinên Şehbayê pêk hat.

Her wiha hate diyarkirin ku  gelê Şehbayê û saziyên ku wê li vir bên avakirin dê gavên berbiçav berve azadiyê ve bavêjin û berovajî çeteyan ku cudahî dixist navbera pêkhateyan de.

Di dawiya herdu serdanan de, Hevserokên Meclîsa Herêmên Şehbayhê insyatîfa Eniyê û MSD`ê ya pîrozkirinê, spas kirin û destnîşan kirin ku ew ê hewl bidin hemû erkên xwe bicih bînin.

(nse)

ANHA

SEHBA-ZEYARET-LI-KENTONE-SEHBA ‫(180814339)‬ ‫‬ SEHBA-ZEYARET-LI-KENTONE-SEHBA ‫(1)‬