Têkilî | Derheqê me de
ANHA

MSD‘ê bi meclîsên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazor re civiya

GIRÊ SPÎ – Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk (MSD) civîna duyemîn a bi meclîsên bajarê “Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazor” re li darxistin û xebatên meclîsan nirxand.

GIRE SPI -CIVINA-MECLISE (1)

Civîn  li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk Ilham Ehmed geşedanên siyasî, têkildarî civînên Cinêvê û amadekariyên ji bo Soçî ye nirxand û destnîşan kir ku çi civînên bêyî nebeşdarkirina  Hêzên Sûriyeyê wê ti encamî bi xwe re neyine.

Piştî nirxandina rewşa siyasî, rewşa rêxistîn û xebatên meclîsan hatin nîqaşkirin.

Di civînê de, her wiha rewşa gel û astengiyên ku dikişînin jî hatin vegotin û pêşniyar û nêrînên beşdaran hatin guhdarkirin. Herî dawî pîlaszî ji bo demên pêş hatin dayîn.

EBD REHMAN ELFEREC

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Tebqayê Ebdulrehman El-Ferec ji ajansa me re got “Di civînê de, rewşa siyasî ya hudir û ya derve, xebatên komîteyên girêdayî meclîsan û astengiyên hatin kişandin hatin nirxandin, herî dawî jî pêşiyar hatin guhdarkirin û pîlansazî hatin dayîn.”

EBDELA ELERYAN

Cîgirê Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdulrehman El-Ereyan jî da zanîn ku di civînê de behsa rewşa gel, zehmetiyên ku di aliyê tenduristiyê de têne kişandin, pêwistiya sereratiya riyan û hin mijarên din hatin nîqaşkirin.

(bb)

ANHA

GIRE SPI -CIVINA-MECLISE (2) GIRE SPI -CIVINA-MECLISE (4)