Têkilî | Derheqê me de
ANHA

MSD’ê ji xewna muxalefeta rasteqîn heya projeya federaliyê

Dîmen

NAZDAR EBDÎ – SÎPAN SILO

NAVENDA NÛÇEYAN – MSD’ê ji xewn û helwesteke vejandina xeta muxalefeta rasteqîn li Sûriyê, veguherî sîwaneyek siyasî ya bandorker di çarenûsa Sûriyê de û xwedî baskek leşkerî yê bihêz di şerê li hember terorê de. Niha ew tekane hêza xwediyê proje û nêrînek zelal e.

msd-drxistina-hzn-demokratk-ji-cenevre-3-w-aloziyan-krtir-bike6be77ebf007eca42cc68

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) îro li bajarê Dêrîk ê Sûriyê kongreya xwe ya duyemîn lidar dixe. Çav jî hemû li encam û biryarên vê kom-civînê ne. Lê li aliyê din ê tabloyê li Sûriyê avzêmka nakokiyan heye û şerê hêzên sermayedarên cîhan û herêmê ku her yek li pêkanîna berjewendiyên xwe ye digere, niha jî ev li Cenevreyê danûstandinên Cenevre 4 lidar dixin.

Meclîs di dema navbera kongreya xwe ya yekem û duyemîn de, ji bo veguhere hêzek “aktor û bandorker a muxalîfa rasteqîn li qada Sûriyê” li gorî gotina Hevseroka meclîsê Îlham Ehmed, li hundir û derveyî Sûriyê gelek xebat pêk anîn. Niha jî sîwaneyek siyasî ya hêza QSD’ê ye ku 33.739 Km2 ango zêdeyî ji sedî 19 ji xaka Sûriyê kontrol dike ye.

Sîwaneyek muxalefetê..

MSD’ê di çaryeka dawî ya sala 2015’an de li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a avakirina koalîsyonek demokratîk li tevahî Sûriyeyê, bi amadebûna gelek pêkhate û derdorên siyasî yên Suriyeyê (103 delege) hat avakirin.

Hêzên di nav Meclîsê de: Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiyên TEV-DEM, Koma Partiyên Lêvegera Siyasî, Koma Demokratîk a Sûrî, Kombûna Peymana Keramet û Hiqûqan, Desteya Niştimanî ya Erebî, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyê, Komîteya Kongreya Qahîra, Insyatîfa Jinên Sûriyê, Kongra Star, Yekîtiya Jinên Sûryen, Partiya Demokratkîk a Pêşverû a Kurdî li Sûriyê, Partiya Modernîteya Demokratîk, Partiya Azadî ya Kurdistanî, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Tirkumenên platforma Girê Sp, Meclîsa siyasî ya Ceyş Siwar El-Reqa û gelek hêzên din. Her wiha gelek kesayetên din ên serbixwe jî tevlî meclîsê bûn, hin ji wan: Besam Seqir ê ku tevlî Kongreya Riyad bibû, Ebdilsater Feysel ji parêzgeha Humis û ew jî kesayetek welatparêz e û li Sûriyê tê naskirin, Serokê Partiya Modernîteya Demorkatîk a Sûriyeyê Fîras Qesas ji Partiya Modernît û Guharînên Demokratîk, her wiha kesayet û niştimanî û rûsipiyên êlan ên Minbicê.

Malik Esmer

Malik Esmer

Endamê Komîteya Xebatên Civakî ya Meclîsa Federaliyê Malik Esmer ku bi xwe ji pêkhateya Sûryen e û endamê Desteya Rêveber a MSD’ê li ser nûnertiya pêkhateyên Sûriyê di Meclîsê de wiha axivî: “Sûryenan di şoreşa Sûriyê de hewl dan bi hemû hêza xwe muxalefetê ji rejîma desthiladar re bikin, lê ji ber tundî û zexta zêde qels man. Lewma di nav şoreşa Rojava de cih girtin û ji vir nûnertiya helwesta xwe kirin. niha jî di nav MSD’ê de xwe temsîl dikin û ji bo Sûriyê xwe projeyek çareseriyê ne”.

Meclîs xwedî belgenameyek siyasî ye, ku avakirina sîstemeke demokratîk, parlamenterî, pir rengî û ne navendî esas digire. Her wiha azadiya jinê wekî mîsogeriya hemû azadiyan, ciwanan jî weke hêza dînamîk a civakê jî dibîne.

Hikmet Hebîb

Hikmet Hebîb

Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb destnîşan kir ku meclîsa wan dikaribû di xaleke şênber de cûdahiya xwe ji hêzên din ên muxalîf raber bike û wiha axivî: “Muxalîfên din li derveyî Sûriyê ne û xwedî ajandeyên welatên derve ne. Lê em li hundir welat aktorek sereke ne û xwedî nexşerê, rêzikname, belgeyek siyasî û projeyek çareseriyê ne ji bo Sûriyê”.

Ji bo tevna rêxistinî ya meclîsê bê sazkirin, di serî de li hundir Sûriyê li Hesekê, Hema, Qamişlo û Girê Spî yê Sûriyê buroyên nûnertiyê vekirin. Paşê di 9 û 10’ê Çileya 2016’an de jî li bajarê Siwîsre Cenevreyê, bi civînekê desteyek ji bo nûnertiya meclîsê li Ewropayê hat avakirin.

Telal Mihemed

Telal Mihemed

Serokê Partiya Aştî ya Kurdistanê Telal Mihemed diyar kir ku meclîsa wan bi armanca veguere nûnerê muxalefeta rasteqîn li Sûriyê hatibû avakirin û wiha axivî: “Tevî hemû hewldanên derve yên astengkirina me, lê bandorek xebatên me ya diyarker li qada Sûriyê hat dîtin. Şande û endamên me bê rawestîn li her devera ku dikaribûn xwe bigihîninê xebat meşandin”.

Federalî…

Piştî firehkirina tevna rêxistinî, MSD’ê ji bo Sûriyeya pêşerojê xwedî li projeyek siyasî jî derket. Di civîneke 7’ê Nîsana 2016’an de, MSD’ê sîstema Federaliya Demokratîk ji bo tevahiya Suriyeyê qebûl kir û got ku ew ê ji ji bo pêkanîna wê kar bike. Paşê Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir ku ew ê projeyê li hemû civînên herêmî û navnetewî pêşkêş bikin.

ilham ehemed

Di vê oxirê de jî xebat hatin destpêkirin. Reşnivîsa destnûrek bingehîn ji bo Sûriyeya pêşerojê ya Federal hat amadekirin. Nûnerên Meclîsê jî di her civînek dîplomatîk de li hundir û derveyî Sûriyê proje pêşkêş dikirin û pênase dikirin.

Şandeyên MSD’ê bi gelek komên muxalefetê û welatên sermayedarên cîhanê re civiyan. Di vê çarçoveyê de çûn serdana Amerîkayê, Rûsiya û Lûbnanê û bi rayedarên van welatan re rûniştin. Rojevek sereke ya van serdanan jî projeya Federaliya Demokratîk bû.

Di encama van serdanan de derketibû holê ku welatên cîhanê projeya Federaliyê ya ku MSD’ê pêşkêş dikir, erênî dinirxînin, lê belê tu hêz li hember berjewendiyên xwe nikare di pêkanîna vê pêngavê de helwestdar be.

Cemal Şêx Baqî

Cemal Şêx Baqî

Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê û Sekerterê Partiya Demokratîk a Kurdî Sûrî Cemal Şêx Baqî jî derbarê van xebatan de ev nirxandin kirin: “Gelek pirsnîşanên li ser projeya Federalyê me di serdanên derve de ronî kirin. Em veguherîn konevanek siyasî yê herî giran. Ne tenê laşek, bedenek polîtîk bi nêrînek pêşketî û projeyek ronî ye. bi hebûna xwe ya li ser erdê û baskê xwe yê leşkerî ve girêdayî ye.”

Wiha di demek kurt de, Meclîsa Suriyeya Demokratîk (MSD) li Rojava, Suriya û qada navnetewî bi erênî hat pêşwazîkirin û deriyên avakirina têkiliyên dîplomatîk bi gelek welatên cîhanê re li pêşiya wê hat vekirin.

Di nav herikîna muxalîfeta heyî ya Sûrî de duryanek demokratîk veke û projeyeke çareseriyê ji bo aloziyê pêşkêş bike. niha jî bi lidarxistina kongreya 2’emîn re, êdî çav li rê ne ka wê encamên vê kongreyê çi guherînan bi xwe re bîne.

Datayên xebatên MSD`ê yên ji dema avakirinê ve, di vê dosyayê de dikarin bibînin: 

MSD; salek û sîwaneyek siyasî ya Sûrî

ANHA