Têkilî | Derheqê me de
ANHA

MSD`ê mijarên hevdîtina danûstandinê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) mijarên ku wê di hevdîtina danûstandinê werin nîqaşkirin, diyar kir.

Hevdîtina danûstendinê ya MSD`ê ku bi dirûşmeya”Federalî riya herî guncaw a çareseriyê ye, her wiha baştirîn rê ji bo avakirina Sûriya Pêşerojê ya hemû welatiyan e ʺ, wê siba li  salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Herêma Cizîrê,  werê lidarxistin.

MSD`ê mjarên  ku dê di hevdîtinê de werin, nîqaşkirin eşkere kir. Xalên ku werin nîqaşkirin ev in:

. Hêzên herêmî tevî nakokiya kûr di navbera wan de û wêrankirina Sûriyê, her wiha aliyên ku ji bo desthildariyê şer dikin, ji pêkanîna projeya federaliyê ya Sûriyê ya ku yekîtiya axa Sûriyê diparêzê, ditirsin. Lê hêzên navborî bi federaliya ku piştî sala 2003`an li Iraqê pêk hat û federaliya ku sala 2005`an li Sodanê pêk hat, qebûl dikin.

. Reng û sîstema federaliyê, pêkanîna zagonên wê, çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û rêveberî di dewletên ku gelek pêkhate wekî wekî Sûriyê, bi hev re dijîn.

(kc)

ANHA