Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mûslim: Dirûşmeya me Sûriyeke federal û demokratîk ji bo tevahî gelê Sûriye ye

GIRKÊ LEGÊ – Hevserokê PYD‘ê Salih Muslim diyar kir ku armanca partiya wan avakirina kesayeteke azad, bi îradeya xwe ya azad karibe biryar azad pêk bîne ye û got “Dirûşmeya me Sûriyeke federal û demokratîk ji bo tevahî gelê Sûriyeye ye.”

7‘emîn kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk ku li bajaroka Rimêlan tê lidarxistin didome, piştî axaftina Hevseroka PYD‘ê Asya Ebdullah, Hevserokê PYD‘ê Salih Mûslim axaftin kir.

Salih Mûslim di axaftina xwe de şert û mecên ku tê de partî hate damezirandin da xuyankirin û anî ziman ku siyasetên kapîtalîzm hişt ku gel ji çand û rastiya xwe dûr bikeve û wiha got: ” Di encamên siyastên hêzên global û kapîtalîzm de, gelê ji çand û rastiya xwe dûr ket , ji ber vê yekê esasê xebata me avakirina kesayeteke azad e, mirovê azad û rêxistinkirî, dikare her tiştî pêk bîne. Baweriya me ew e ku mirov nebe dijnimê hev, gelê jî li hember hev dernekevin, berevajî wê, bi hev re jiyan bikin. Hêzên desthilatdar di navbera gelan de nakokî çêkirin, têkoşîna me avakirina sîstemeke demokratîk e.”

‘Têkoşîna me xurtikirina nasnameya kurdî Sûrî  ye‘

Mûslim di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna wan xurtkirina nasnameya kurdî Sûrî ye û wiha pê de çû: “Nasnameya Partiya Yekîtiya Demokratîk, nasnameyeke kurdî, Sûrî ye, esasê xebata me xurtkirina vê nasnameyê ye, bi têkoşîna xwe me gelek şehîda dan, dirûşmeya me berxwedan jiyan e, em bi vê dirûşmeyê heyî dawî têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Têkildarî şoreşa Sûriyeye, Hevserokê PYD‘ê Salih Mûslim wiha anî ziman: “Şoreşa Sûriyeye ji bo me ezmûneke pir zehmet bû, niha em encamên xebata xwe bi dest dixin, me rewşa Sûriyeye baş analîz kir, ji me hate xwestin ku em sîstemek ji bo parastina biratiya gelan û jiyana hevbeş li gorî xeta sêyemîn ava bikin, me destwerdana hêzên derve qebûl nekir, lê me hemû hewldanên diyalgên çareseriyê qebûl kir. Me karî bû berxwedana xwe bikin  yek, me di avakirina Heyet El-Tensîq de beşdar bibin, em bi hêvî bûn ku çareserî ji bo aloziya Sûriyeye were peyda kirin, lê mixabin hin hêzên muxalif hîn ji fikirên xwe yên şofonist ê rêjîma Baas xelas nebûn.”

‘Armanca me ne parçebûyîn e‘

Mûslim derbarê projeya pêşeroja Sûriyeye got: “Hin aliyan tewana ku em humkeke xwesr ava dikin, kirin, lê dirûşmeya me; Sûriyeke federal, demokratîk ji bo tevahî gelê Sûriye ye. Hin aliyên din jî gotin em parçebûnê dixwazin, me parçebûyîn ne aramnca me ye, em jiyaneke hevbeş, biratiya gelan, yekîtiya hemû hêzên demokratîk dixwazin, projeya me ne parçekirina Sûriye ye. hedefa me ewe ku gelên Sûriyê ji me fêm bike, pêwîstiya me bi yekîtiyê heye, da ku civake hevgirtî û mirovekî azad were avakirin, mirovê azad dikare civakeke azad û demokratîk ava bike.”

‘Yekem car li Rojhilata Navîn hilbijartinên federaliyê çêdibin‘

Hevserokê Partiya Yekîtiya Yekîtiya Demokratîk Salih Mûslim li ser hilbijartinên Federaliya Bakuêr Sûriyeye wiha anî got: “Hilbijartinên komînan li Rojava û Bakurê Sûriyeye pêk hat, komîn şaneya sereke ya civakê ye, yekemîn car li Bakurê Sûriyeye bi awayekî azad û bi îradeya xwe dengê xwe dide. Paşê dê hilbijartinên meclîsan û meclîsên gelan (Kongreay Gelên Demokratîk /Parlemen) çêbibin, ev tişt yekemîn car li Rojhilata Navîn çêdibe, em ji vîna belê xwe bi bawer in ku dê rûmet û azadiya xwe biparêzin.”

‘Em hirmeta vîna gelê başûr dikin‘

Salih Mûsilm behsa mijara refernduma li Başûrê Kurdistanê got: “Li Başûrê Kurdistanê, referendum çêbû, em bi rêzdarî nêzî vîna gelê me yê başûr dibin, lê hinekan gotin referendum ewlekariya netewî ya Tirk, faris û ereb têk dibe, ma gelo kurd ewlekdariya wan a netewî nîne!!”

Mûslim got ku Partiya Yekîtiya Demokratîk hertim banga yekîtiya niştimaniya Kurdistanê dike û got: “Em li yekîtiya xwe vekirin, me desteke da Kongreya Netewî  ya Kurdistanê û heya niha jî em piştgiriya wê dikin. Wekî ku em ji birayên xwe yê ereb, faris û tirk re azadiyê dixwazin, em ji gelê xwe re azadiyê dixwazin, yên azad dikarin çarenûsa xwe diyar bikin û azadî û demokrasiyê pêk bînin, berê em bi tenê bûn, niha ereb, suyan, tirkumenm çaçan, êzidî û hemû gelên herêmê bi me re ne.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Mûslim di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta têkoşeran da.

(bb)

ANHA