Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Muxalefeta Sûrî di navbera şoreş û aloziyê de

Analîz

NEWROZ OSMAN

EFRÎN- Bi zêdebûna desthildariyê re, çiruskên şoreşê li welatên ereban di 2011`an de destpê kirin û derbasî Sûriyeyê bû, lê bi lewazbûna hêzên muxalefetê, komên radîkal derketin û şoreş veguheriyê dijî armancên xwe.

Keng û çawa muxalefet derket û çima têk çû

Ji sala 1963`an de û bi sewerbûna Baas li ser desthildariyê, rêveberiya leşkerî destpê kir û zagona awarte derbasî meriyetê bû û di 1971`an Hafiz El-Esed bû serokomarê Sûriyê. Esed muxaleft asteng kir û di 1980`an de hemû rengê muxaleftê hatin qedexekirin, 5 desteyên ewlekariyê hatin avakirin, misyona wan a bingehîn şopandina muxalifên siyasî û girtina wan. Ji xwe li gor zagona awarte, dadgehên leşkerî di dewrê de bû û tu mafê mirovan di ber çavan re nedihat girtin. Bi mirina Hafiz El-Esed re di 2000`an de, kurê wî Beşdar El-Esed bû serokomarê Sûriyê.EFRIN-NIRXANDINA-SER-SURIYE ‫‬

Di 15`ê adara 2011`an de şoreşa Sûrî li parêzgeha Deraa li başûrî welat destpê kir û jê li Şam, Hema, Humis, Idlib û bajarên din belav bû.

Pê re gav bi gav fomên leşkerî û siyasî yên muxalif derketin meydanê û Koalîsyona Niştimanî ya Sûrî hat avakirin û dewleta Lîbyayê pê itîraf kir. Pişt re di mijdara 2012`an de sîwaneke ferehtir bi navê Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên muxaleftê hat damezirandin û ji aliyê Meclîsa Kendavê weke nunerê rewa yê Gelê Sûriyeyê hat pejrandin.

Li rex rêxistina siyasî, komên leşkerî jî derketin meydanê û di dawiya sala 2011`an de bi serkêşiya Ebû Mihemed Cewlanî  Cebhet  El-Nusra hat avakirin. Ev kom di nava çend mehan de bû berztirîn hêza çekdar li dijî rêjîmê, li Şam û Helebê çend çalakiyên xwekuj pêk anî, her wiha weke şaxê El-Qaîdê li Sûriyeyê hat nasîn. Cehbet El-Nusra di daxuyaniya xwe ya yekemîn de di 24`ê kanuna 2012`an de bang li gel Sûriyeyê kir ku li hember rêjîmê çek hilgirin.

Parçebûna muxalefetê û şerê dijî  Rojava

Bi demê re muxaleft dabeş bû, Koalîsyona Niştimanî girêdayî Tirkiyeyê bû û beşê nerm weke Eniya Şamî, Firqeya El-Hemzê û Lîwa El-Muitesim projeya Emêrîka û hêzên dîtir pêk anîn.

Bi derbasbûna salekê û nîv li ser şoreşa Sûrî re, çirûka şoreşê li Rojavayê Kurdistanê, li Kobanê destpê kir û jê belavî Efrîn û Cizîrê bû û gelê daxwaza ruxandina rêjîmê kir.

Lê piştî 4 mehan û di 8`ê mijdara 2012`an de, Artêşa Azad ku di nava xwe de 50 kom dihewand, êrîşî Serêkaniyê û Til Temir kir. Di êrîşan de Cebhet El-Nusra jî cihê xwe girt. di dawiya 2012`an de jî êrîşan dijî gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya kantona Efrînê destpê kir û komên êrîşkar desteka xwe ji Tirkiyeyê girtin.

Li gel wê, komên di bin navê Artêşa Azad e, êrîşî kurdên li taxên Eşrefiyê kirin. Ev tax han ku yekemîn cihê li dijî rêjîmê serî hilda. Pişt re van koman berê xwe dan Şêxmeqsud  û di vê êrîşê de  Ehrar El-Şam, Odeya operesyona Lebeyk ye Uxtah û Sultan Murad tevlî bûn, di heman demê de jê êrîşî Efrînê hat kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di sala bihurî de derdora 400 çete jî ji Şamê hatin derxistin û derbasî herêmên Şehbayê bûn

Ji şoreşê veguherî aloziyê

Di encama lîstok û planên dewletên kapîtalîst û hêzên emperyalîst de, şoreşa Sûriyê veguherî alozî, da şoreşa gelên serhildêr bin bixin. Piştre opozisyona Sûrî ji armancên sereke ên şoreşê dûr ket û li gorî ajandayên Tirkiyê tev geriya û di sala 2013′an jî navenda xwe veguhestin bajarê Îstenbolê yê Tirkiyê. Di sala 2014′an de jî Îtîlafê hewl da navenda wan veguherîne bajarê Idlibê ya ji aliyê çeteyên Cehet El-Nusra ve hatiye dagirkirin. Lê Tirkiyê destûra vê yekê neda, da bi riya wan projeyên xwe li Sûriyê pêk bîne. Di destpêka sala 2016′an de jî li bajarê Entabê yê Tirkiyê, civînên veşartî di navbera MÎT′ê Tirkan û rêjîma Baas de hat lidarxistin û tê de hat lihevkirin ku komên çeteyên Îtîlafê ji bajarên Sûriyê wekî Hums, Şam û Helebê li herêmên Şahbayê bêne bicihkirin.

Armanca ji destpêkirina şoreşê, bidestxistina xwesteka gel a demkrasiyê, her wiha guhertina rêjîma Baas û hemû saziyên wê ji aliyê gelê Sûriyê bû. Lê piştre komên ku di bin navê opozisyona Sûrî de tev digeriyan derketin holê û rêveçûna şoreşê guhertin. Vê yekê hişt ku şerê opoziyanê yê li dijî rêjîmê rawaste, opozisyon lawaz û parçe bibe. Ji ber vê yekê opozisyon ji aliyê Tirkiyê û hêzên derve yên li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê ve, hat bikaranîn.

Di Encama vê yekê de, gelek welatiyên Sûriyê hatin kuştin, bi hezaran kes jî koçber bûn. Her wiha êrîşên li ser herêmên ku hê sivîl lê dijîn, alozî kurtir kir. Her wiha hemû hewldanên Astana û cinêvê yê çareseriyê bin ketin.

Opozisyonê ji sala  2011′an û heta dawiya sala 2013′an de dest danî ser nêzî 75 ji sedî ji rûbera Sûriyê. Di sala 2017′an bi derxistina komên çete ji hin parêzgehên Sûriyê, ji sedî 10 ji rûbera Sûriyê di destê opozisyonê de ma.

Di dîroka 26′ê Tebaxa sala 2016′an de, di çarçoveya lihevkirina di navbera rêjîma Baas û komên çete de, ew kom ji Dareya ya gundewarên Şamê hatin derxistin. Di salên  2012-2013′an jî li taxa Berzê şerekî dijwar di navbera hêzên rêjîmê û komên çete de rû da. di sala 2014′an de jî navbera herdû aliyan de agirbest hat ragihandin. Herêmên Fua, Kefereya, Qabûn û Zebedanî jî ji komên çete hatin valakirin.

Li bajarê Helebê jî di 31′ê Tîrmeha sala 2016′an, hêzên rêjîmê li dijî komên çeteyên ku li taxên rojhilatê Helebê bi cih dibin, operasyona şerê Helebê yê mezin hat destpêkirin û 4 mehan bênavber hat domandin. Şêniyên bajêr jî di ambargoyê de jiyan kirin. Di dîroka 10′ê meha Kanûnê jî operasyonên derxistina çeteyan ji taxên din ên Helebê hatin derxistin. Piştre jî bi hezaran sivîl ji wan taxa hatin derxistin.

Li bajarê Humsê jî di 30′yê Nîsana sala 2016′an de komên çete ji taxa Weir ji bajarê Humsê hatin derxistin.

Projeya Rûsî-Tirkî-Îranî

Di Adara sala 2015′an piştî şerê bi rêjîma Baas re, bajarê Idlibê bi temamî ket bin serweriya Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam.

Di çarçoveya projeya Rûsî-Tirkî-Îranî û bi hevkariya rêjîma Baas, bi hezaran çeteyên opozisyonê yên ku li ji bajarên Şam, Heleb û Humsê bûn, li bajarê Idlibê hatin bicihkirin.

Di dema dawî de di navbera çeteyên Cebhet El-Nusra û  Ehrar El-Şam de gelek bûyerên bi lez rû dan. Li herêmên Dara Izê û Termanîn Cebhet li hember Ehrar El-Şam pêşve çû.

Niha tenê komên opoizsoyê tenê (Ceyş El-Siwar, Cebhet El-Ekrad, Meclîsa leşkerî ya Babê, Lîwa Şemal Demokratî, Lîwa Mexawîr Hums, Eniya parastina jinê ya herêmên Şahbayê û Hêzên Eşîreyan) ku wekî hêzên şoreşger têne naskirin, mane. Ev hêz li dijî komên çete yên li Idlib û Ezazê hatine bicihkirin, şer dikin. Taybet li ser sînorê Kantona Efrînê.

Di vê demê de, li ser sînorên Sûriyê û Lubnanê  bûyerên nû didin. Di navbera Hîzbullah û Cebhet El-Nusra de hevpeyman kirin kirin ku Cebhet El-Nusra ji herêma Ersal a Lubnanê derkeve û li Idlibê bi cih bibe. Ev yek gumanan zêde dike ku hemû komên dirêdayî Tirkiyê ji rêjîma Baas û Rûsya re bêne firotin. Li hember vê jî Tirkiyê projeya Federal a Bakurê Sûriyê asteng bike.

(mm)

ANHA