Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mûxalifekî Sûrî derbarê êrîşên li ser Efrînê bang li partiyan kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Mûxalifê Sûrî Delûl êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê bi êrîşên hovane bi navê kir û bang li hemû hêzên Sûrî û partiyên wê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê bisekinin.

Mûxalifê Sûrî Nibras Delûl li ser bomeberana balafirên Tirkiyê li dijî Efrînê ji ajansa me re axivî.

Delûl di destpêka axaftina xwe de got “Bomberdûmana balafirên Tirkiyê li ser bajarê Efrînê û navçeyên wê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev êrîşên li dijî Sûriyê  hovane ne. Her wiha em destwerdana derve di karûbarên Sûriyeyê de wekî destwerdaneke ji bo xirabiyê dibînin.”

Nibras Delûl di nava axaftina xwe de tekez kir ku ew di dirêjiya aloziya Sûriyeyê de li hemberî hemû destwerdanên derve di karûbarên Sûriyeyê sekinîne û dê li hember êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê jî bisekinin û got “Efrîn xaka Sûriyeyê û wê hemû pêkhateyên wê li ser jiyan bikin.”

Delûl piştgiriya xwe ya bi yekîneyên parastinê re nîşan da û got “Li hemberê êrîşên li ser Efrînê em  piştgiriyê didin Yekîneyên Parstina Gel (YPG).”

Mûxalifê Sûrî Nibras Delûl di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzên Sûrî û hemû partiyên wê kir ku li dijî dagirkirina Sûriyê bisekinin û got “Ez bang li wan dikim ku gavên pratîkî bavêjin û beşdarî hemû çalakiyên xwedîderketina li Efrînê bibin.”

(bb)

ANHA