Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mûxalîfên Sûrî Federalî nirxandin

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Nûner û kesayetên navdar ên muxalefeta Sûrî diyar kirin ku ancax sîstema Federaliya Demokratîk karibe rê li pêşiya çarenûsa parçekirinê ku Sûriye ber bi wê ve diçe bigire.RIYAD-DIRAR1

Hin nûner û kesayetên muxalîf ên Sûrî nêrînên xwe derbarê projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de, ji ANHA`yê re parve kirin.

Di vê çarçoveyê de muxalîfê Sûrî Riyad Dirar diyar kir ku altirnatîfa dewleta navendî ku bû sedema vê kirîzê ewe ku sîstemek nenavendî ya demokratîk bê avakirin. Dirdar da zanîn ku ancax federalî karibe Sûriyê ji parçebûnê biparêze û got: “Divê welat li gorî nirxên Hemwelatiyê (Muwatena), bê avakirin û rêgezên wî yên polîtîk, qanûnî û aborî bên nûkirin. Divê ku sîstema nû tê avakirin azadî, mafên bingehîn û edaletê di nav hemû pêkhate û tevna civakî ya Sûriyê de biparêze. Divê ku hikumeta vî welatî ax, av û ceyranê bi awakî wekhev parve bike û girîngiyek mezin bide pir-rengiyê û girêdanên dîrokî yên şêniyên welat.“

Dirdar ragihand ku divê hikumeta sîstema nû karibe rêveberiyê bi awakî aştiyane bi riya hilbijartinên paqij biguherîne.

Riya aştiyaneNEMET-AXA

Endama Desteya Niştimanî ya Erebî Nîmet Axa jî derbarê encamnameya civîna duyemîn a Meclîsa Damezirêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de got ku “projeya hatiye pêşkêşkirin, çareseriya tekane ye ku karibe rê li pêşiya herikîna xwîna sûrî û şerê li welat biguhere. Projeya Federaliyê di hevpeymana xwe ya civakî de ev îsbat kir ku ew ê mafên hemû pêkahteyên Bakurê Sûriyê biparêze.“

Hêzên demokratîk bişkivînELI-ELBASA-ENDAME-MSD

Endamê Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demoratîk Dr.Elî El-Başa jî diyar kir ku Sûriye niha di bin barek giran ê hişmendiyên paşverû û tolgirtî de ye û karibû jiyana hevbeş a di navbera şêniyên Sûriyê de ji holê rake û şerek navxweyî yê bê hedar gur bike. El-Başa wiha dom kir:“Lê pêla paşverû, rastî hêzên demokratîk hat ku ev di nav aloziya Sûriyê de bişkivîn û karibûn proje-çareseriyeke guncaw ji pêşeroja Sûriyê re derxînin holê. Pêwîstiya me niha bi çareseriyek wiha ku karibe valahiya heyî dagire heye. Pêwîstiya Mala Sûrî niha bi jinûve dezayînkirinê heye.

(ne)

ANHA