Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nakokiya di navbera du malbatan de hat çareserkirin

Dîmen

AMÛDÊ – Buroya Têkîliyên TEV-DEM′ê ya Kantona Cizîrê bi koordîneya bi Meclîsa Gel û Komîteya Lihevanînê re, nakokiya di navbera du malbatan de çareser kir.AMUDE-CARESERKIRINA-NAKOKIYA-DI-NAVBERA-DU-ESIRA ‫(1)‬ ‫‬

Ev 15 rojin di navbera malbatên Fermez Mûsa û Mehmûd Ebdo de nakokî rû da û di encama bikaranîna çekê de, Mûsa Mehmûd Ebdo birîndar bû.

Ji bo çareserkirina vê nakokiyê, Buroya Têkîliyên TEV-DEM′ê bi koordîneya bi Meclîsa Gel û Komîteya Lihevanînê (yên girêdayî xeta Şehîd Lezgîn a gundê Bilêqiyê) re kir û bi herdû malbatan re civiya. HPC′ê jî herdû malbat parastin.

Di rûniştina lihevanînê ku li pêşiya mala Mehmûd Ebdo hat lidarxistin de, bi dehan şêniyên gund, rûspî û şêxên herdû malbatan, Serokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, Endamên Rêveberiya Buroya Têkîliyên TEV-DEM′ê û Endamên Komîteya Lihevanînê ya gundê Bilêqiyê, amade bûn.AMUDE-CARESERKIRINA-NAKOKIYA-DI-NAVBERA-DU-ESIRA ‫(142213639)‬ ‫‬

Beriya rûniştinê, malbata Mehmûd Ebdo xwarin ji beşdaran re amade kir. Piştre Endamê Rêveberiya Buroya Têkîliyên TEV-DEM′ê Mezlûm Rojava axivî, spasiya HPC′ê û Komîteyên Lihevanînê ku nakokiyên di navbera malbatan de çareser dikin. Her wiha spasiya herdû malbatan kir ji bo çareserkirina nakokiyê bi wan re bûn alîkar.

Bi navê malbata Ebdo, Ebdulcelîl Hiso axivî û hemû kesên ku di çareserkirina nakokiyê de bûn alîkar kir.

Bi navê malbata Mûsa jî Ebdulmelik Heqî axivî, spasiya Buroya Têkîliyên TEV-DEM′ê kir ku ev nakokî çareser kir.

Di dawiya rûniştinê de, herdû malbatên silav li hev kirin û soz dan ku ev nakokî dubare nabe.

(mm)

ANHA