Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Namzetên Lîsteya Netewa Demkratîk ên ku bi serkeftin şahî lidar xistin

EFRÎN – Namzetên Lîsteya Netewa Demokratîk ên kantona Efrînê ku di hilbijartinên meclîsên rêveberiya herêmî de biser ketin şahiyek organîze kirin. Bi dehan şêniyên Efrînê tevlî şahiyê bûn.EFRIN-MES-BI-EREBAN-JI-BO-SERKEFTINA-HELBEJARTINA-BAKURI-SURI (4)

Namzetên ku di hilbijartinên meclîsên rêveberiya herêmî ên kantona Efrînê bi serketin, bi vê boneyê  meşek bi erebeyan lidar xistin. Bi sedan şêniyên kantona Efrînê, nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hêzên Asayîşê û tirafîka bajar tevlî şahiyê bûn.

Karwanê erebeyan ji Qada Şehîdan a navenda herêma Efrînê hate destpêkirin.

Karwanê erebeyan li gund, navçe û herêmên kantonê Efrînê bi coşeke pir mezin geriyan. Gelê ku beşdarî meşê bûn dirûşmeyên bjî biratiya gelan, bijî berxwedana Efrînê beriz dikirin.

Paşê, careke din karwanê erebeyan li Qada Şehîdan rawestiya. Li vir şahê hate destpêkirin û gel bi kêfxweşiyeke pir mezin dîlan gerandin.

(bx)

ANHA

EFRIN-MES-BI-EREBAN-JI-BO-SERKEFTINA-HELBEJARTINA-BAKURI-SURI (2) EFRIN-MES-BI-EREBAN-JI-BO-SERKEFTINA-HELBEJARTINA-BAKURI-SURI (1) EFRIN-MES-BI-EREBAN-JI-BO-SERKEFTINA-HELBEJARTINA-BAKURI-SURI (5)