Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nasnameya 10 cangoriyên  Xezeba Firatê hate eşkerekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandina YPG`ê nasnameya 10 cangoriyên Xezeba Firatê eşkere kir.

Navenda Raghandina YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 10 şervanên YPG û YPJ`ê yên di Hemeleya Xezeba Firatê de şehîd ketine, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

″Ji bo rizgarkirina gelê Reqqayê ku hamleya Xezeba Firatê hatibu destpêkirin di qonaxa sêyemîn de bi dijwarî berdewam dike. Di bin sîwana Hêzên Sûrîya Demokratîk de Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ku rola sereke girtine ser milê xwe,  pêşketin û deskeftiyên mezin ava dike.

Di 5’ê Adara 2017’an de berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê ragihand ku Pêngava Sêyemîn A Hemleya rizgarkirina bajarê Reqqa û gundên Dêra Zorê ya ku hefteyek berê ji ber rewşa hewayî hatibû rawestandin, cardin didome. Ji 5’ê mehê heta roja me ya îro gelek gund û bejahî hatin rizgarkirin û di rizgarkirina van gundan de gelek şer û pevçûnên dijwar li eyaleta Reqqayê rû dan. Di encama van şeran de 10 rêhevalên me gihiştine şehadetê piştî ku rolek mezin ji berxwedaniyê girtibun li ser mile xwe.

Ev pênç mehên dawî de rizgarkirina gelek gund û cihen stratejîk de şervanen me li hember çeteyen DAIŞ’ê berxwedanekî bê hempa nîşan dane. Hemleya Xezeba Firatê de heya niha gelek hevalên me yên qehreman ji bo armanc û hedefe xwe pêk bînin gihîştine şehadetê.

Weke YPG û YPJ`ê, em di kesayeta her deh hevalên xwe de hemû pakrewanên Şoreşa Rojavaye Kurdistanê bi rêzdarî bi bîrtînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza şopdariya rêya wan didin. Di serî de ji malbata şehîdan, em ji tevahî gelê Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din re sersaxiyê dixwazin. Soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û em ê tekoşîn bikin ku layiqê şer û berxwedana hevalên xwe derkevin.

Nasnameya pakrewanan wiha ye:

1489151152-BERVAN_MRA

Nav û Paşnav: Bêrîvan Mîra

Navê Rast: Hêlîn Şahîn

Navê Dayikê: Gulbehar

Navê Bav: Abdulbaqî

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 03 Adar 2017

1489151314-DENZ_KOBANE_

Nav û Paşnav: Denîz Kobanê

Navê Rast: Mustefa Beko

Navê Dayikê: Cîhan

Navê Bav: Birader

Cihê Ji Dayikbuyînê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 06 Adar 2017

1489151398-KEMAL_PR

Nav û Paşnav: Kemal Pîr

Navê Rast: Abdûlqadir Arîs

Navê Dayikê: Aysel

Navê Bav: Abdulleh

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 05 Adar 2017

1489151547-OZAN_BESTA_

Nav û Paşnav: Ozan Besta

Navê Rast: Remezan Kaplan

Navê Dayikê: Hemdal

Navê Bav: Mehemet

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 03 Adar 2017

1489151603-ROJHAT_IYAR

Nav û Paşnav: Rojhat Şiyar

Navê Rast: Delîl Yaşar

Navê Dayikê: Gulsûm

Navê Bav: Xalîd

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 06 Adar 2017

1489151659-ERIF_IYAR_-_IMAD_IBRAHIM_1

Nav û Paşnav: Şerîf Şiyar

Navê Rast: Îmad Îbrahîm

Navê Dayikê: Îsra

Navê Bav: Mesûd

Cihê Ji Dayikbuyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 06 Adar 2017

1489151716-ORE_HESEKE

Nav û Paşnav: Şoreş Hesekê

Navê Rast: Beşar El-Ebid

Navê Dayikê: Hesna

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbuyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 08 Adar 2017

1489151774-ORE_PIRSUS

Nav û Paşnav: Şoreş Pirsûs

Navê Rast: Omer Solak

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Adnan

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 06 Adar 2017

1489151832-ZAGROS_REQQA

Nav û Paşnav: Zagros Reqqa

Navê Rast: Îbrahîm Mihemed

Navê Dayikê: Zeyneb

Navê Bav: Mustefa

Cihê Ji Dayikbuyînê: Reqqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 05 Adar 2017

1489151886-ZERDET_AMED_

Nav û Paşnav: Zerdeşt Amed

Navê Rast: Yûsuf Canturk

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Eyûp

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 01 Adar 2017

(kc)