Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nasnameya 4 şervanên Xezeba Firatê hatin eşkerekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG’ê nasnameya 4 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê li dem û cihên cuda şehîd bibûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasanemay 3 şervanên YPG’ê û şervaneke YPJ’ê yên di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, eşkere kir.

YPG’ê diyar kir ku Pêngava Xezeba Firatê ya ku di demekî pir kurt de pêşketinên mezin bi dest xist, şervanên Odeya Çalakiya Xezeba Firatê bi biryardarî û seknekî berxwedêr têkoşîna xwe didomînin. Dema em operasyonên li herêmên ku çeteyên DAIŞ’ê lê ne bigirin ber çavan, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parstina Gel (YPG) û Yekîneyên Parasina Jinê(YPJ) li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi taktîkên şer ên serkeftî û rêbazên nû çeteyan dişkînin û serkeftinên mezin bi dest dixe. Ya herî girîng jî bê ku dudilî bijî, ji bo yek armancê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşînê dikin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi ruhê fedayane şehîd dikeve. Ev têkoşîn, têkoşînekî ya çanada ku bi salan e ji berxwedanê tê.

Navenda YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de têkildarî şervanan ev agahî da:

“Hevalên me Firat, Mijdar, Serhat û Zana yên ku bûne şopdarê vê çandê û di dîrokên cuda de şehîd bûne , bi berxwedana li Tebqa û Reqayê dayîn kirin, bi berû pêşçûna navenda Reqayê ve bûne xwedî girîngiyekî mezin.

Weke YPG û YPJ’ê em hemû şehîdên şoreşê bibîr tînîn, ruhê berxwedanê yên ku xwîn û canê xwe dêde dane em ê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

FERAT MEZLUM

Nasnav: Firat Mazlûm Gever

Nav û Paşnav: Velî Avcî

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Abdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Xirbet Xande /Reqa 11’ê Gulana 2017

-MIJDAR_GABAR_

Nasnav: Mijdar

Nav û Paşnav: Dilan Bingol

Navê Dayik: Mencî

Navê Bav: Halîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Fitêç /Reqa -16’ê Gulana 2017

-SERHED_AGIR

Nasnav: Serhed Agirî

Nav û Paşnav: Agit Taşarsu

Navê Dayik: Îpek

Navê Bav: Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa /2’ê Nîsana 2017

ZANA_DALAHO

Nasnav: Zana Dalaho

Nav û Paşnav: Osman Mihemedî

Navê Dayik: Fanos

Navê Bav: Abdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa /14’ê Gulana 2017