Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nasnameya 5 şehîdên Reqayê hate eşkerekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 5 şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê, eşkere kir.

YPG`ê têkildarî şehadeta 5 hevreyên xwe, daxuyaniyeke  nivîskî weşand û sersaxî ji  malbatên cangoriyan re xwest.

Daxuyaniya ku li ser  malpera fermî ya YPG`ê  hate weşandin wiha ye:’Pêngava Rizgarkirina Reqa ya di pêşengtiya QSD’ê de hatibû destpê kirin, bi tevlîbûneke  xurt ya hêzên me ya pêngavê de hemû dijwariya xwe didome. Li gel ku li her çar aliyên Reqayê şerên dijwar berdewam in, bi taybet bi operasyonên 9 û 10’ê Tebaxê de 2 taxên din hatin rizgarkirin, baskên pêngavê yên rojhilat û rojava gihîştin hev û bi sedan sIvîl ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di dema operasyonên rizgarkirinê de 5 rêhevalên me di encama şer de gihîştin şehadetê.

Em weke YPG û YPJ`ê  di şexsê van her pênc hevalan de hemû şehîdên şoreşê yên ku ji bo pêşerojeke azad û jiyaneke hevpar canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbatên şehîdan re û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û em soz didin ku em ê xeyalên wan yên nîvçe mayî bigihînin serkeftinê.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Çekdem Çekjîn

Nasnav: Çekdem Çekjîn

Nav û Paşnav: Mehmûd Mehmûd

Navê Dayikê: Meysa

Navê Bav: Yasir

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê, Gundê Ebû Rasên

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 10 Tebax 2017

————

Egîd Kobanê

Nasnav: Egîd Kobanê

Nav û Paşnav: Ibrahîm Mehmûd

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Izedîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 10 Tebax 2017

—————

Ela Til Hemîs

Nasnav: Ela Til Hemîs

Nav û Paşnav: Raxib Ehmed Etiye

Navê Dayikê: Sade

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 9 Tebax 2017

———–

Ezîz Erur

Nasnav: Ezîz Erur

Nav û Paşnav: Xelef Ebas El Fadil

Navê Dayikê: Tefla

Navê Bav: Ebas

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 9 Tebax 2017

————-

Serhed Menacîr

Nasnav: Serhed Menacîr

Nav û Paşnav: Usama Îsa

Navê Dayikê: Yazi

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê, Gundê Menacîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 10 Tebax 2017

(kc)