Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nasnemayên parkrewanên Bagera Cizîrê û Reqayê hatin eşkerekirin

NAVENDA NÛÇEYAN- YPG‘ê nasnameyên 9 cangoriyên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê û Bagera Cizîrê de şehîd bûne, ragihand.

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya YPG‘ê têkildarî şehadeta 9 cagoriyan Pêngava Bagera Cizîrê û Rizgarkirina Reqayê daxuyaniyeke li ser malpera xwe ya fermî belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Pêngava Bagera Cizîrê ya li bakurê Dêrazorê û Cenga Mezin ya rizgarkirina Reqqayê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bênavber didome. Şervanên Ereb û Kurd, zarokên vê herêmê, bi pêşengtiya YPG û YPJ di xebatekî dûr û dirêj de bajarên xwe ji zilm û terora DAIŞ’ê rizgar dikin. Dîmenên ku ji rizgariya gelên Reqqa û Dêrazorê rojane li ser ekranê telvizyonan tên dîtin bi serê xwe kêfxweşiya wê azadiyê dide ber çav. Gelên Rojava û bakurê Sûriyê bi yekîtiya xwe bûne mînaka zindî ya biratiya gelan.

Di şer û pevçûnên ku di çarçoveya her du pêngavên navborî di navbera 30’ê Îlon û 11’ê Cotmehê li dijî çeteyan hatiye meşandin de neh hevrêyên me yên ku bi dilekî cesûr beşdarê çalakiyan bûne û li ber xwe dane, gihiştine şehadetê.

Weke YPG û YPJ, di serî de ji malbata van şehîdan, ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku bi vê têkoşîna hevpar rastiya Şoreşa Sûriyê biparêzin.”

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Alan Ararat

Nav û Paşnav: Alan Ararat

Navê Rast: Ehmed Şêxo

Navê Dayîkê: Necla

Navê Bav: Mehmûd

Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkaniyê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 11-10-2017 Reqa

Ciwan Erebo

Nav û Paşnav: Ciwan Erebo

Navê Rast: Ebdûlselam El-Herîs

Navê Dayîkê: Roza

Navê Bav: Xalis

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10-10-2017 Dêrazorê

Dijwar Hesekê

Nav û Paşnav: Dijwar Hesekê

Navê Rast: Mihemed Ehmed El-Xelef

Navê Dayîkê: Menar

Navê Bav: Ehmed

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 06-10-2017 Siwêrê, Dêrazorê

Ferhad Hesekê

Nav û Paşnav: Ferhad Hesekê

Navê Rast: Cemîl El-Meşel El-Hemad

Navê Dayîkê: Meryem

Navê Bav: Xelîf

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10-10-2017 Dêrazorê

Idrîs Şakir

Nav û Paşnav: Idrîs Şakir

Navê Rast: Rêber Şakir

Navê Dayîkê: Fexriya

Navê Bav: Fewaz

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10-10-2017 Dêrazorê

Raman

Nav û Paşnav: Raman

Navê Rast: Yusif Hemz Beybu

Navê Dayîkê: Ezîze

Navê Bav: Alan

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 09-10-2017 Dêrazorê

Rêzan

Nav û Paşnav: Rêzan

Navê Rast: Mehmûd Xidir Ebdulah

Navê Dayîkê: Salihe

Navê Bav: Xidir

Cihê ji Dayîkbûnê: El-Erîşe

Cîh û Dîroka Şehadetê: Dêrazorê 30-09-2017

Sîpan Hesekê

Nav û Paşnav: Sîpan Hesekê

Navê Rast: Ebdulkerîm Ebdulah

Navê Dayîkê: Kewser

Navê Bav: Seîd

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 11-10-2017 Dêrazorê

Xelîl

Nav û Paşnav: Xelîl

Navê Rast: Xelîl Mizkad

Navê Dayîkê: Ismihan

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10-10-2017 Reqa

ANHA