Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘NATO şirîkê  Tirkiyê yê pêkanîna komkujiyên Efrînê ye

ELÎ HESEN-MÎDYA HENAN

QAMIŞLO – Nivskar û lêkolînerê karûbarê Tirkiyê û Mudîrê Navenda Lêkolînên Stratajîk a Beyrûtê Dr Mihemed NÛredîn tekez kir ku NATO bi awayekî yekser têkiliya wî bi êrîşa li ser Efrînê heye û destnîşan kir ku ew yekser şirîke di êşkenceya cenazeyê şervanan kurd  ev tişt anî ziman: “Berpirsyarên bûyerê yê yekser dewleta Tirk e, ji ber ku ew komên çete kom dikeû bi fermana wê tevdigerin, tu têkiliya wan komên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin bi opozidyona nerim nîne.”

Axaftinên Dr. Mihemed Nûredîn di hevdîtinekê li gel Ajansa me re pêk hat. Nûredîn di destpêka axaftina xwe de geşedanên dawî û pêşketinên li herêmê nirxandin û wiha got: “Daxuyaniyên Erdogan tenê ji bo muralê Artêşa xwe û raya giştî ya Tirkiyê rabike, ji ber ku Artêşa Tirk rastî xisarên mezin tê. Niha Tirkiyê êdî bûye beşek sereke ji pirsgirêka Sûriyê û çareseriya wê.”

Hevdîtin wihaya:

*Êrîşa li ser Efrînê ket hefteya xwe ya 3’yan, hûn hevsengyên di navbera Artêşa Tirk û QSD’ê de çawa dinrixînin? Di heman demê de pêşketina giran a Artêşa Tirk çawa dinirxînin?

Ne pêşketina Artêşa Tirk a bi lez di hindirê Efîrnê de vedigere gelek sedeman. 1-şervanên kurd ên parstina herêmê dikin, naxwazin dest ji herêmên xwe berdin, ji ber wê jî heta dawî şer dikin.2-Sedema duyemîn jî ew ku şervanên kurd di şerê komikan de xwedî tecrubene, lê dewleta Tirk di dîroka xwe de şerê komikan ne daye meşandin. Ji ber vê yekê ditirse pêş ve here da ji bo nekeve kemîn û xevkên ku xwe jê re amade nekiriye, ya şervanên kurd. JI ber wê gelekî bi baldarî tevdigerin û pêşketina wê wiha ye. Lê di aliyê din de sedemên siyasî jî hene. Ne tenê di aliyê meydanî de, Rewşa Arêtşa Tirk gelekî girane, dibe ku ev têkiliya wê bi rewşa Idlib û hevkariya wê bi Rûsiya û hevkarên wê re jî hebe.

*Gelo em dikarin bêjin ku ANTO ew jî niha li Efrînê şer dike, heger me li balafir û tangên wan ku di şer de tîne bikaranîn nerîn? NATO jî şirîke di kuştina sivîlên di encama şer de jiyana xwe ji dest dane lê na?

Bê guman ANTO yekser têkiliya wê bi êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê heye. Di hemû deran piyekî Tirkiyê heye, hîn di Tirkiyê beşek ji NATO heye, tevî nakokiyên di navbera wan de heye, lê hîn jî hevkarê wê ye. Ji ber wê NATO jî bi awayekî yekser şirîkê êrîş û komkujiyên li ser Efrînê ye.

 *Serokomarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan 2 roj berê derket û got hindik meya ew bighêjin bajarê Efrînê, hûn wekî şoparên rewşa, hûn vê daxyaniya Erdogan çawa dinirxîn in?

Erdogan di nava hewldanan de ye ku muralê raya giştî û Artêşa Tirk bilind bike. Saziyên çapemeniyê yên Tirkiyê rewşa meydanî ji nêzî ve dişopîne, mirov dibêje qey Efrîn 2 yan 3 roj jê re mane bikeve destê wan. Armanca wan ji vê yekê e ku mralên gelê xwe û Artêşa xwe rabike, bi taybet piştî derbeya giran ku di encamê de tang hate ruxandin û 7 leşkerên wan hatin kuştin.

 *Tirkiyê îda dike ku ew şervanan hedef digre, lê di rastiyê de bi sedan sivîl bûne qurbanî, her wiha balafirên wan cihê dîrokî jî ruxandin. Armanca bombebarana sivîlan çiye, tiştê li Efrînê tê kirin, em dikarin bêjin tunekirina kurdane û çima?

Di nerîna min de tiştê Artêşa Tirk li Efrînê li dijî gelê kurd pêk tîne, bombebarana sivîlan û kuştina wan ne dûrî tiştê ku li başûr-rojhilatê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) bi salan pêk tîne dûre. Wêrankirina taxan bi temamî, dinerîna min de li Bakur û li Efrînê ew êrîşên wan di neama kîn û nefrtaku ji gelê kurd re dikin. Ev kîn li gel netewperstên Tirk û di serî de Erdogan. DI nerîna min ev ne tiştekî nû ye. Ew kîn û nefretê ji her kurdekî di Sûriyê, Tirkiyê, Îraq û li her derekê din re jî dikin.

*Dîmenek belav bû ku çawa çekdarên bi Arêtşa Tirk re  li Efrînê êrîşî cenazeyê şervanekê dikin. Fermandarên wan li ser vê yekê li xwe mukir hatin, ev êşkenceya cenazeyan nîşaneya çiye. Em dikarin navê wan çekdaran wekî çekdarên nerim bikin?

Êşkenceya cenazeya şervanan kurd, rayedarên Tirk yekser jê berpirsyarin, ew fermdar û rêveberiya şere, ew komên ekdar ku tu têkiliya wan bi opozisyonê nîne didin pêşiya xwe û bi ferman wan êrîş dikin.

Heger ne kina mezin a Tirkan ba wê wan kesan nikarîba ew kiryara riswa kiriba, ji ber vê berpirsyarê sereke dewleta Tirke. Heger dewleta Tirk xwest xwe ji bûyrê bê guneh bike wê ew kesên wiha kiribana girtibana û ew li ber raya giştî ya cîhanê ceza kiribana.

*Imkan heye ku ketina balafiran Rûsiya bandore li ser bûyerên Bakurê Sûriyê bi giştî û êrîşa li ser Efrînê bike û heger kir wê çawabike?

Xistina balafira Rûsiya tiştekî nişka ve di aliyê meydanî de pêk hat. Berpirsyariya wê dibe ku hevbeş di navbera Tirkiyê û Amarîka de be, ev ji ber ku ew cûreya fûzeyên li ser Milan li dijî balafira Rûsî bikara naîn. Ev tiştekî xetere. Dibe ku pir bandore li Tirkiyê neke, lê wê bandorê li têkiyên di Amarîka û Rûsiya bike.

Heger berpirsyariya Tirkiyê di vê bûyerê de heye nî di nerîna min de wê Rûsiya ber bi nakokiyên bi Tirkiyê re neere, ji ber ku Rûsiya Tirkiyê di vê demê wekî hevkarê xwe hesab dike û karê xwe di riya wê pêk tîne.

*Gelo Tirkiyê ket cihokekê nema dikare jê derkeve, riyên niha li pêşiya Tirkiyê çine?

Di rastî de Tirkiyê ji kêliya ku ket Sûriyê û di riya Diri El-Firat (Mertala Firatê) Cerblus Dagir kir, ew ket nava şerê Sûriyê. Ewê alavên xwe bikar nanî, lê belê li ser wekîlên wekî DAIŞ û Nusra karê xwe da meşandin.

Ji beriya 7 salan ve gelek dewlet ketin rewşa sriyê û di encama nakokiyên Amarîka û Tirkiyê bawerî di anvbera herdû an de nemaye, her wiha di navbera Îran û Rûsiya de, di nerîna min de nakokiyên di navbera aliyan de, yanî di navbera Amarîka û Rûsiya û hevkarên wan de ji bo pêkanîna destkeftiyan bikar tînin.

Bê guman Tirkiyê bûye beşek ji çareseriya li Sûriyê ye û di navbera min de destwerdana Tirkiyê wê faydeyê li çareseriyê neyne, ya rast ew e ku Tirkiyê bihêle gelê Sûriyê doza xwe bi xwe çareser bikin.

(dc)

ANHA