Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navbera gundê Merwaniyê û Senare korîdorekî bi guman!

RODÎ ÊZÎD XALO

EFRÎN – Dewleta Tirk a dagirker di navbera gundên Merwaniyê û Senare de yên navçeya Şiyê korîdoreke veşartî vekiriye û di wî korîdorê de alavên xwe yên leşkerî û çeteyên xwe derbasî xaka Efrînê dike.EFRIN-CINDRESE-DEWLETA-TURK-CEKIRINA-DERIYA-LESGERI ‫(260440577)‬ ‫‬

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagirkirina xaka Kantona Efrînê didomin.

Çavkaniyekî taybet da zanîn ku artêşa Tirk li cihekî ku neyê dîtin korîdorek vekirine û di wê korîdorê de pir çêkiriye. Li ser wê pirê jî yê di navbera gundê Merwaniyê û Senare yên girêdayî navçeya Şiyê ku çêkiriye alavên xwe yên leşkerî û çeteyên xwe derbasî herêma Efrînê dike.

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku dîwarê şermê li ser sînor û li beramberî navçeya Cindirêsê lêkir, niha jî hêzên xwe li wê herêmê zêde dike. Her wiha alavên xwe zêde kirine û amadekarî dikin ku nêzî gundê Dêrbelût û Mela Xelîl ên navçeya Cindirêsê qereqolekê  ava bike.

(np)

ANHA

EFRIN-CINDRESE-DEWLETA-TURK-CEKIRINA-DERIYA-LESGERI ‫(1)‬