Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navên bernamzetên Herêma Firatê diyar bûn

KONANÊ -Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê, navê bernamzetên hilbijartinan ên hatine qebûlkirin û hejmara navendên dengdayînê û sendoqên hilbijartinê diyar kir.

Li Herêma Firatê navên bernamzetên ku ji bo hilbijartinên rêveberên herêmî (navçe, bajarok û kanton) hatin qebûlkirin, her wiha hejmara navendên dengdanê û sendoqan hatin diyarkirin.

Li gorî zanyariyan, li Firatê hezar û 170 bernamzet hatine qebûlkirin. 4 kesên ku şert û mecên wan ne pêkhane bûn, daxwaznameyên wan nehatin qebûlkirin.

Derbarê mijarê de, Hevserokê Komseriya Bilind a Hilbijartinan Şahîn Elî anî ziman ew 4 bernamzetên nehatine qebûlkirin û daxwaznameyên xwe pêşkêşî komseriyê kirine û dê di nava du rojan de werin lêkolînkirin.

Li herêma Firatê ji bo dengdayîn 254 navend hatin diyarkirin. Li Kantona Kobanê 150 û li Kantona Girê Spî 104 navend hatin diyarkirin. Ji bo birêveberina xebatên hilbijartinan hezar û 524 mamoste ji aliyê Desteya Perwerde û Hîndekarî ya Kantona Kobanê û Komîteya Perwerdeyê ya Girê Spî ve hatine amdekirin.

Bijêrên ji Herêma Firatê wê li 616 sendoqan dengê xwe bikar bînin.

(bb)

ANHA