Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navên bernamzetên hilbijartinan û navnendên dengdayînê hatin eşkerkirin

ŞEHBA – Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a kantona Şehbayê ya herêma Efrînê, navên bernamzetên ku ji bo hilbijartinên meclîsên rêveberiyên herîmî û hejmara navendên  dengdayînê, eşkere kir.

Li kantona Şehbayê, 249 bernamzetan ji bo hilbijartinên meclîsên rêveberiyan, xwe pêşniyar kirin. Piştî nirxandina navan, îro navên bernamzetên ku hatin qebûlkirin li Meclîsa Kantona Şehbayê, hatin eşkerekirin.

Hejmara bernamzetên ku hatin qebûlkirin 230 nav in û wiha hatin dabeşkirin: navçeya Fafîn 42, navçeya Kefer Naya 42, navçeya Ehres 42, herêma Til Rifet 42 û hejmara giştî ya kantonê 62 bernamzet ji hemû pêkhateyên Şehbayê (Kurd, Ereb, Turkmen)

Her wiha bernamzetên serbixwe jî 2 jê jin bi giştî 19 kes hatin qebûlkirin.

Ji aliyekî din ve jî, wê 10 sendoqên dengdayînê li Şehbayê werin dayîn û wiha hatine dabeşkirin: navçeya Fafîn 3 navend, navçeya Ehres 3 navçe, navçeya  Kefer Naya 2 navend, herêma Til Rifet 2 navend.

(kc)

ANHA