Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navenda Çalakiyên Ciwanan li Reqayê hate vekirin

Dîmen

REQA – Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Navenda Çalakiyên Ciwanan li gundê Xatûniyê vekir.

Di çarçoveya rêxistinkin û perwerdekirina ciwanan, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê bi merasîmekê li gundê Xatûniyê, Navenda Çalakiyên Ciwanan vekir.

Bi dehan şêniyên gund, hevserokên Komîteya Ciwan û Werzîşê û endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê di merasîm de amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, helbestên girêdayî rola ciwanan û berxwedana Efrînê hatin gotin.

Paşê jî ciwanên Peymangeha Zanistên Perwerdeyê şanoyeke li ser rihê şervanên berxwedana Efrînê pêşkêş kirin.

Di dawiya merasîmê de navend ji aliyê malbata şervanê QSD‘ê şehîd Elî El-Ehmed ve hate vekirin.

(bb)

ANHA