Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navenda çand û hunerê li Raco hate vekirin

 EFRÎN – Navenda Çand û Hunerê li navçeya Meydankê ya herêma Raco  navenda Çand û Hunerê bi mersîmekê vekir.EFRIN-RECO-MEYDANA-VEKIRINA-DUYEMIN-NAVENDA-CAND-U-HUNER (7)

BI dehan şêniyên navçeya Meydankê û rêveberên navenda Çand û Hunerê ya Çiyayê Kurmênc,her wiha endamên navenda Çand û Hunerê ya gundê Keriya beşdarî mersîma vekirinê bûn.

Navend bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên TEV-ÇAND’ê hate xemilandin. Merasîma vekirinê bi rêzgirtinê destpê kir û paşê endamê Rêveber ê Navenda Çand û Hunerê Şêraz Hemo axivî û bal kişand se girîngiya pêşxistina çand û hunerê û got ku vekirina navendê gavene pîroz a bver bi pêşxistina çandê ye.ŞIYRAZ

Şêraz di berdewama axaftina xwe de da bal kişand ser girîngiya avakirina nifşeke pêşketî û zana û got ku ji bo vê yekê divê kar baş were kirin.

Piştî axaftin bi dawî bû deriyê navendê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vekirin.

Di dawiya merasîmê de jî koma Çiyayê Meydana dîlan û stran pêşkêş kirin, her wiha koma navenda Çiyaya Mîra ya heêrma Raco stran pêşkêş kirin, beşdaran jî xelekên govendê gerandin.

(dc)

ANHA