Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navenda çandê ku yek ji şahidên berxwedana serdemê ye ji nûve hat vekirin

KOBANÊ – Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kantona Kobanê ku yek ji şahidên berxwedana serdemê ya Kobanê bû, piştî sererastkirina aliyên ku di berxwedanê de xerab bibûn, bi merasîmekê ji nûve hate vekirin.KOBANE-VEKRINA-NAVENDA-BAQI-XIDO1 ‫(4)‬ ‫‬

Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kobanê yek ji cihên ku esfaneyên dîrokî yên şervanên YPJ/YPG`ê li wir hatibûn nivîsandin. Endamên navenda Baqî Xido beriya niha bi 6 mehan dest bi tamîrkirina navendê kir.

Navenda çandê ji gelek beşên wek; xêzkirina wêneyan, şano, stran, dîlan, beşê çêkirina peykeran, şûnwar, helbest û salona perwerdeyê pêk tê.

Duh, bi sedan şênî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên sivîl ên kantonê û Şervanên QSD`ê, di merasîma jinûva vekirina navendê de amade bûn.

Di salona jinûva vekirina navendê de, wêneyên têkoşerên di berxwedanê de şehîd bûne û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hunerendê Baqî Xido hatibûn daliqandin.KOBANE-VEKRINA-NAVENDA-BAQI-XIDO1 ‫(1)‬ ‫‬

Deriyê navendê ji aliyê dayîka şehîdan,  Semre Ehmed ve hat vekirin. Paşê, merasîm bideqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, Endamê Navenda Baqî Xido Dijwar Zagros axivî û vekirina navendê li şêniyên Kobanê pîroz kir. Zagors bal kişand ser berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê li navendê û got:”Di vê navendê de, şervanan soz dabûn ku ji bo rizgarkirina Kobanê ruhê xwe feda bikin. Li vê navendê gelek efsaneyên lehengiyê li dijî çeteyan hatin nivîsandin”.

Paşê Endama Rêveberiya PYD`ê ya Kobanê Dîlber Yûsif axivî û vekirina navendê pîroz kir û hemû şehîdên ku ruhê xwe ji bo Kobanê fedakirine bi bîr anîn.

Yek Fermandarê YPG`ê ku cihê xwe di  berxwedana Kobanê de girtibû, Heqî Kobanê axivî got:”Ev cih ji bo şêniyên Kobanê cihekî dîrokî ye, li vêderê gelek şervanan canê xwe feda kirine û ruhê berxwedanê li vê derê hatiye nîşandan.”KOBANE-VEKRINA-NAVENDA-BAQI-XIDO1 ‫(1)‬

Piştî axaftinan, endamên Nevenda Baqî Xido stran gotin. Her wiha gelek rewşenbîrên Kobanê jî  helbest xwendin.

Merasîm bi durişmeyên silavkirina berxwedana Kobanê û dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.

(rr)

ANHA