Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navenda çandê ya Tebqayê li benda  ji nû ve vekirinê ye

Dîmen

TEBQA – Navenda Çandê ya bajarê Tebqayê yek ji cihên girîng ên bajarê Tebqayê ku şêniyan serdana wê dikirin û zanyarî jê digirtin, bû. Lê ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatiye rûxandin. IBTISAM

Navenda Çandê ya bajarê Tebqayê di sala 1993′an de hatiye avakirin û li herêmê yek ji cihên girîng ên çandê ye û di Sûriyê de ji Navendên Çandê yên herî baş bû.

Avahiya navendê ji 3 qatan pêk tê û beşên wê yên ″rêveberiyê, buroya zarokan, mûzîk û hunerê şêwekariyê, çanda gelêrî, pêşengeha wênexêziyê, şanogerî, Kafeteriya, salona semîneran, pêşwaziya mêvanan û pirtûkxane″ hene.

Navenda Çandê wek xezîneyeke çandî bû, di pirtûkxaneya wê de zêdeyî 17 hezar pirtûk wek   jêder, nîşanivîs (mextûtat), muceled, pirtûkên wêjeyî, romanên ejnebî, pirtûkên olî yên mezin wek Tefsîr El-Munîr û tefsîra Quranê, hebûn.

Dema ku çeteyên Cebhet El-Nusre bajar dagir kirin, dest danîn ser Navenda Çandê. her wiha hejmarek ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatin şewitandin. Îbtisam Ebûd ku berê Endama Navenda Çandê bû, diyar kir ku hejmara mezin a pirtûkan hê di cihên bi ewle de hene.

Bi rizgarkirina bajêr di 10′ê Gulanê de, ekîpên pspor ên rakirina mayînan, mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê li navendê çandibûn, rakirin. Lê navenda ku berê meqseda hejmarek mezin ji nivîskarên Misrî, ereb û Sûrî yên wek helbestvan Nîzar Qebanî bû, divê ji nû ve were vekirin û girîngiyeke mezin jê re were dayîn.

(rr/mm)

ANHA