Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navenda çeteyên DAIŞʹê bû, lê niha bargeha demokrasiyê ye

Dîmen

SÎPAN SILO

NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyan dagirkirin û herî dawiyê veguherî navedeke sereke ya DAIŞ`ê ku jê êrîşî kantona Cizîrê dikirin. Şervanan bi hêz û muraleke mezin rizgar kirin, vê carê jî veguherî navenda rêveberiya demorkatîk.HSK-CIVINA-YEKEMIN-A-KOMINE-SEDADE

Şêniyên wê bi xwe rêveberiya xwe dikin û gavên mezin ber bi xweseriyê ve avêtin.  Niha jî xwe ji Federaliya Demokratîk re amade dike. Bajaroka Şedadê 50 km dikeve başûrî bajarê Hesekê, li ser çemê Xabûr hat avakirin û bi sedan gund û mezre girêdayî wê ne. Sînorê Şedadê heta Şengal û bajarê Mûsilê fereh dibe û derdora 47 km durî sînorê Iraqê ye. Piraniya niştecihên herêmê ereb in taybet jî ji eşîra El-Cibûr in. Li gorî hejmartinên fermî yên dewleta Sûriyê ku di sala 2004ʹan de pêk hat, hejmara nişecihên wê gihîşt 58 hezarî.

Di warê dîrokî de tu lêgerînên berbiçav li herêmê nehat kirin, lê li gor çavkaniyên herêmî tê gotin ku berê navendeke Asur-Suryanan bû.SEDADE1-DIBISTAN

Herêma Şedadê xwedî aboriyek zengîn e û lê gelek çaviyên petrol û gazê hene, beriya destpêkirina aloziya Sûriyê derdora 6 hezar karmend lê dixebitîn, piraniya wan ji herêmê dervayî Şedadê bûn, lewam welatiyan tu sûd ji vê zengîniya herêmê negirtin û li parêzgehên Hums û Lazqiyê dihat belavkirin.

Li aliyekî din hin cureyên sebzeyan li herêmê tê çandin û yek ji faktorên serek ku bandor li vê yekê dike, bendava Xabûr e ku taybet ji bo komkirina avê hat sazkirin.SEDADE-4

Cebhet El-Nusra û DAIŞ

Di destpêka aloziya Sûriye de, gelek koman keysbazî dikirin û çavên xwe li herêmên aborî digerandin, lewma Şedadê bû armanceke wan  û di 14`ê sibata 2013`an de çeteyên Cebhet El-Nusra mudîriyeta petrolê girtin û pişt re jî berê xwe dan bajarok û xistin bin serweriya xwe û gelek karmendên mudîriyetên qetil kirin.

Bi demê re Cebhet El-Nusra û DAIŞ di bin sîwana El-Qaîde de hatin gel hev lewam êdî navê DAIŞ`ê jî li herêmê hat bihîstin û piştî 7`ê sibata 2014`an de êdî DAIŞ` bi giştî serwer bû.SEDADE3

Ji ber cihê bajarok ku li ser riya bajarên Musilê û Reqqa ye, çeteyên DAIŞ`ê bajar kirin navendeke serek a çûn û hatinê û çek û çebilxan  vediguhestin.

Her wiha çeteyan Şedadê weke kela parastina bajarê Dêr El-Zor ku li başûr dikeve esas digirtin, ji ber herêmê di navbera wan de bi giştî çol bû. Dîsa ji Şedadê êrîşî kantona Cizîrê dikirin.SILEMAN DERWIS

QSD`ê bi Xezeba Xabûrê re Şedadê rizgar kir

Piştî rizgarkirina herêma Holê û başûrê wê di 30`ê çotmeha 2015`an de û li ser banga welatiyan hêzên QSD`ê di 16`ê sibata 2016`an de di bin navê Xezeba Xabûrê de berê xwe dan herêma Şedadê.

Ji nû ve avakirinSEDEADE-6

Piştî rizgarkirina herêmê û paqijkirina bermahiyên çeteyan û bi vegera gel re gavên yekemîn ê rêxistinkirinê destpê kirin  û pêwîst bi avakirina meclîsekê hat dîtin, li ser vî bingehî di nîsana 2016`an de rûspiyên herêmê meclîseke ji 9 endaman ava kirin.

Armanc ji meclîsê bicihanîna pêwîstiyên welatiyan, taybet ku hîmên esasî yên jiyanê peyda nedibûn. Derbarê vê yekê de Yek ji Rûspiyên herêmê Silêman Derwîş destnîşan kir ku meclîs bi armanca dagirtina valatiya avabûyî pêk hat û wiha got “piştî rizgarkirina Şedadê ji çeteyên DAIŞ`ê, valatiyeke xizmetguzarî û îdarî çêbû, lewma me bi hevkariya QSD`ê, asayîş û TEV-DEM`ê  meclîsek ava kir, ev yek jî heta ku navend û sazî hatin avakirin.” HSK-DOSIYA-SEDEADE

Rêveberiya Xweser zemîna Federaliya Demokratîk e

Li rex avakirina meclîsa sivîl a bajar, rêxistina TEV-DEM`ê  li bajar ramana jiyana hevbeş û sîstema xwerêvebirinê belav kir û di 17`ê tîrmeha 2016`an bi avakirina komîna yekemîn a gundê Mexrûma başûr tacîdar bû û pê re gavên avakirina komînan destpê kir.

Dîsa bi îlankirina Insiyatîfa Ciwanên Ereb li bakurê Sûriyeyê, Tevgera Ciwanên Ereb li gunê Erîşe bi beşdariya sedan ciwanan meclîsa xwe ava kirin û bû sêyemîn meclîsa li bakurê Sûriyeyê.

Her wiha gelê Şedadê dikaribûn li gor pîvanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku bingeha sîstema Federale xwe orgenîze bikin.

(nse/dc)

ANHA