Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navenda ciwanan li navçeya Qenaya hate vekirin

KOBANÊ – Yekîtiya Ciwanê Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan  bi navê ‘Şehîd Zilan Dijwar‘ navenda xwe li navçeya Qenaya ya kantona Kobanê vekirin.

Yekîtiya Ciwanê Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca vekirina navenda ciwanan li gundê Qasimiyê yê navçeya Qenaya ya girêdayê kantona Kobanê merasîmeke li dar xist.

Bi dehan ciwan, şêniyên navçeyê û malbata şehîd Zilan Dijwar amade bûn.

Di merasîmê de, bavê şehîd Zîlan Dijwar Mihemed Ehmed axivî, Ehmed vekirina navendê li cangoriyê azadiyê pîroz kir û li ser kurtejiyana keça Zilan got ku, Zîlan zulm û tundiya li ser sivîlan û bê wijdanî qebûl nedikir, ji ber vê yekê tevlî nava refên YPJ‘ê bû û di 6‘ê Tîrmeha 2016‘an de di pêngava rizgarkirina Minbicê de şehîd bû.

Endamê Rêveber ê Yekîtiya Ciwanên Rojava ya kantona Kobanê Diyar Xelîl armanca vekirina navendê ji bo rêxistinkirin û pewerdekirina ciwanan destnîşan kir.

Diyar Xelîl anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku dê ciwan rola xwe bi çalakî di merheleya nû de bilîzin.

Di dawiya merasîmê deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Zîlan Neşwa Ehmed ve hate vekirin.

(bb)

ANHA