Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navenda Meclîsa Gel a gundên Reqayê hate vekirin

REQA – Meclîsa Sivîl a Reqayê navenda Meclîsa Gel a xeta gundê Şêx Hesen a girêdayî navçeya Eyn Îsa vekir.REQQA-VEKIRINA-MECLISA-XETA-SEX ‫(1)‬

Meclîsa Sivîl a Reqayê di çarçoveya xebatên xwe yên rêxistinkirinê de Navenda Meclîsa Gel a Gundên  Reqyê yên xwta şêx Hesen vekir. 8 komînên bi navê Wsta şêx Hesen, Şêx Hesen, Bîra Seran, Hawiet El-Selame, El-Nukte, El-KIêşîş, Hawiyet El-Cirinû Xazlê Medllên girêdayî navçeya Ên Îsa ya Reqayê vekir.

Merasîma vekirina Navenda Meclîsê bi beşdarbûna Şervanên QSD`ê, Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyle Mistefa, Hevserokê Rêveberiya Xweser ya Kantona Girê Spî Hemdan EL-Ebid û Zelîxa Ebdî, her wiha nûnerên Meclîsên gel ên şaredariyên girêdayî navçeya Eyn Îsa jî di nav de bi sedan welatiyên herêmê amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê, Rêveberiya Xweser a Kantona Girê Spî ya girêdayî herêma Fedral a Firatê û li ser navê Meclîsa gel di şaredariyê û xetên girêdayî navçeya Eyn Îsa axaftin hatin kirin.REQQA-VEKIRINA-MECLISA-XETA-SEX ‫(179634693)‬ ‫‬

Hevseroka Rêveberiya Xweser ya Kantona Girê Spî Zelîxa Ebdî vekirina navenda meclîsê vekirina navendê piştî ewqas zehmetî wekî gaveke dîrokî pênase kir.

Zelîxa da zanîn ku vekirina meclîsê bi saya tekoşîn û lehengiya şehîdên ku ji pêkanîna aramiyê û azadiyê li vê herêmê pêk hatiye û wiha dom kir:ʺDivê jin di vê demê de rola xwe ya pêşeng di nava civakê de bigire. Jin rastî gelek zulmê hatiye, lê niha pêşengtiya civakê dike. Divê jinên herêmê jî vê rola pêşeng ku jinên berxwedêr girtine ser milên xwe pêk bîn in.

Li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Sifyan Hoyêl vekirina meclîsê pîroz kir û ji wan re serkeftin xwest.

Di merasîmê de her wiha gelek axeftin ji aliyê Meclîsa Gel a bajarê EL-Hîşê Kurdiyê Bozan û Meclîsa Kelta Elî EL-Elî û li ser navê Meclîsa xeta Şêx Hesen jî Elî Şahîn axivîn.REQQA-VEKIRINA-MECLISA-XETA-SEX ‫(179634695)‬ ‫‬

Vekirina navenda Melcîsê li hemû welatiyan hate prîzokirin.Vekirina meclîsê û bang li hemû gelê Sûriyê hate kirin ku li hemberî siyasetên diber derkevin û xaka xwe biparêzin.

Piştî axaftinan deriyê navenê ji aliyê dayîkên şehîdan hate vekirin. Paşê beşdaran xelekên govendê li ser tiranên herêmî gerandin.

Merasîm bi stran û govendê bi dawî bû.

(jo/dc)

ANHA