Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navenda Xabûr hefteya çandî li Hesekê bi dawî kir

HESEKÊ – Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê hefteya xwe ya çandî bi dawî kir.

Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê beriya hefteyekê çalakiyên hefteya çandî dest pê kir û têde çalakiyên çandî yên cuda yên weke şano, stranbêjî, helbest, pêşandanên cilûbergên folklorîk û dîlanên folklorîk pêşkêş kirin.

Di roja dawî ya hefteya çandî de koma Tolhildan a stranan gurzeke stranên folklorîk pêşkêş kirin, her wiha helbestvan Şêrwan Çaçan hin helbestên xwe xwendin û hunermend Hemîd Yûsif hin stranên folklorîk gotin.

Her wiha koma Tolhildan dîmenekî şano ya di bin navê “şerê li ser kursiyê” pêşkêş kir û paşê jî koma Şehîd Şiya dîmenekî şano ya bi navê “darizandina zinar” pêşkêş kir.

Hefteya çandî ya Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya Hesekê bi stran û xelekên dîlanê bi dawî bû.

(jh)

ANHA

HESEKE-DAWIKIRNA-HEFTIYA-HUNERI (3) HESEKE-DAWIKIRNA-HEFTIYA-HUNERI (38404609) ‫‬ HESEKE-DAWIKIRNA-HEFTIYA-HUNERI (38404610) ‫‬