Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navenda YCR’ê li navçeya Şera hate vekirin

EFRÎN-Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li navçeya Şerayê bi merasîmekê navenda xwe bi navê “Şehîd Serxwebûn Êrîş” vekir.EFRIN-SERA-VEKIRNA-NAVENDE-CIWANAN (1)

Merasîm li gundê Deroqîliya ya girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê bi amadebûna bi dehan ciwanan, nûnerên Desteya Ciwan û Werzîşê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Hêzên Parastina Civakî hate lidarxistin.

Cihê merasîmê bi wêneyên têkoşeran, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Yekîtiya Ciwanên Rojava hatibûn xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, yek ji rêveberên Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navçeya Şera Reşîd Silêman vekirina navendê li ciwanan pîroz kir û got:”Wekî Yekîtiya Ciwanên Rojava em soz didin şehîd Serxwebûn û hemû cangoriyên azadiyê ku em ê xeta wan bidomînin”.

Reşîd Silêman di berdewama axaftina xwe de armanca vekirina navendê destnîşan kir û got ku ev navend ji bo birêxistinkirin û perwerdekirina ciwanan li gorî sîstema neteweya demokratîk hate vekirin. Silêman banga vegera li welatê xwe, li ciwanan kir.

EFRIN-SERA-VEKIRNA-NAVENDE-CIWANAN (3) EFRIN-SERA-VEKIRNA-NAVENDE-CIWANAN (2)

Piştî axaftina yek ji rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava ya navçeya Şera, navend hate vekirin.

Di dawiya merasîmê de, govend li gel stranên şoreşgerî hat gerandin.

Şehîd Serxwebûn Êrîş di 14’ê tebaxa 2015’an de di berxwedana navçeya Şedadê şehîd bibû.

(bb)

ANHA