Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Navendeke Çand û Hunerê li Şêrawa hat vekirin

EFRÎN – Navenda Çand û Hunerê ya Çiyayê Lêlûnê a herêma Efrînê, Navendeke Çand û Hunerê li gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa vekir. EFRIN-SERAWA-VEKIRINA-CAN-HUNER1 (1)

Di şahiya vekirina navendê de  bi dehan şêniyên gundê Basûtê, Endamên Navenda Çand û Hunerê, nûnerên Deste û Saziyên Sivîl ên navçeya Şêrawa amade bûn.  Cihê lidarxistina şahiyêbi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê hat xemilandin.

Şahî bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Hevseroka Tev-Çandê Şêraz Hemo û Serokê Meclîsa TEV-DEM′ê ya navçeyê Ehmed Silêman axivîn, vekirina navendê pîroz kirin û dane zanîn ku çand û huner nasnameya gelane.

Şahî bi hunerên komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya herêma Efrînê, bi dawî bû.

(mm)

ANHA