Têkilî | Derheqê me de

Ne Efrîn, wê li Bab, Ezaz û Cerablûsê çi bibe?

ANALİZ

Azîz Koyluoglu

Dewleta Tirk a dagirker dîsa bi rêya serdîktator Erdogan ev çend roj in bigotinê wî wek gayê paçê sor bibîne berê xwe daye Kurdên li Rojavaya Kurdistanê. Li gora Erdogan Efrîn cihê  herî hêsan ê Rojavayê Kurdistanê ku dikare êrîşî bike. Lê dixwaze bi wê jî nesekine, ger li Efrîn encam bigre, berê xwe bide Minbic û herêmê din ên Rojava û herêmên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê. Ev plana ji aliyê dîktator Erdogan û dûvikê wî ve di nava rojê de gelek caran tê dûbarekirin. Ragihandina dewleta Tirk a şerê taybet ketiye nava tevgerê dixwaze êrîşkariya dewleta xwe ya har rewa bike.

Li ser wan daxuyaniyên êrîşkar ên dewleta Tirk, DYA û Pentagon daxuyanî dan û dan diyarkirin ku rojavayê Firatê ne di herema wan de ye. Ev daxuyaniya ji aliyê Pentagon hat dayîn her çend ji aliyê ragihandina şerê taybet a Tirk ve wek lempa kesk hat dîtin jî, lê ji daxuyaniyê berê cûdatir nebû.

Aliye balkêş Rûsya heta niha li ser daxuyaniyên dîktator Erdogan helwesta xwe eşkere nekiriye.

Dîsa aliyekî din ê balkêş ew ku her çend di qada navnetewî de muxatabê dîktator Erdogan Rûsya be jî, Erdogan heta niha di vê derbarê de yek gotin nekiriye.

Li ser êrîşkariya dewleta Tirk a dagirker, Hêzên Sûriya Demokratik(QSD) nêzîkatiyê xwe diyar kir û got ew ê heta dawî berxwe bidin. Dîsa raya giştî ya Kurd li beramberî ev êrîşkariya dewleta Tirk gotin ew ê bêdeng nemînin.

Rûsya heta niha bêdeng e

Niha dervî Rûsya di vê mijarê de  her kesî ya xwe got. Yanî êdî bi zimanek din wê kî çi bike divê bike. Lê ev wiha hesan nîne. Ji ber ku ev herem ne wek herêmên komên çeteyên DAIŞ’ê ye û ne wek cihekî dine. Ev Efrîne û cihê dîrokek kevnar ê Kurdan e û hêzên li Efrîn dervî dewleta Tirk ji aliyê her kesî ve rewa tê dîtin û heta radeyek jî tê destek kirin. Her du hêzên hegomonîk Rûsya û DYA jî niha li Sûriyê siyaseta demokratîk a Kurd destek dikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2016’an piştî demek dirêj ji wek aktorek ji siyaseta Sûriyê hatibû dûrxistin, bi Rûsya re lihevkir û bi peymanek bi DAIŞ`ê re axa Rojava-Bakûrê Sûriyê dagir kir. Bajarên  Kanîxezal (Cerablûs) Ezaz û Bab dagir kir. Ev herêma ku pirr reng ku têde Ereb, Kurd, Tirkmen û Tad jiyan dikin,  vala kir û komên çete û malbatên wan li wir  bi cih kir.

Bi civînên li Astana dewleta Tirk bi Rûsya û Îran re kete nava lîstika ew ê li gora berjewendiyê wan tevbigere xwe da xuya kirin. Bi vî rengî derbasî Idlibê bû. Lê ji aliyê Rûsya eşkere bû ku dewleta Tirk a dagirker a ku bi serdîktator Erdogan ve tê birêvebirin wan dixapîne û projeyên xwe pêk tîne.

Bi rêya El-Nusra xwest bandoriya xwe zêde bike

Ev planên dewleta Tirk ku bi Cephet El-Nusra re hevkariya xwe kûr kir û xwest li herema Idlibê bandoriya xwe zêde bike. Lê tişta Rûsya ji dewleta Tirk hêvî dikir, Cephet El-Nusra ango navê xwe niha bûye Heyet Tahrîr Şam tasfiye bike û heta ji bo vê pê re şer bike. Piştî Rûsya siyaseta dewleta Tirk eşkere kir, bihevkarê Îran re li ser navê rejîma Sûriyê operasyonek berfireh li bakûrê Hema da destpêkirin. Ev operasyon wiha biçe ne tenê wê di çarçoveya leşkerî de bimîne, ji bo dewleta Tirk wek aktorek siyasî ji dosya ya Sûriyê bê erxistin.

Li Idlibê wenda dike

Dewleta Tirk û serdîktatorê wê Erdogan dema dît ku di Idlibê de rola wî bi dawî dibe, xepandina wî ya li Astana eşkere bû û li herêmê wanda dike, ji bo li ser vê rastiyê bigre Efrîn xiste rojevê. Bi gotineke din serdîktator Erdogan mijara Efrînê jî ji bo li ser wendakirina xwe ya li Idlibê bigre, kir rojevê. Rastiya Erdogan herî baş li Idlibê eşkere bû. Li Astana gotiye yê were Idlibê û Cebhet El-Nusra tasfiye bike, ji aliyê Rûsya ve rê jê re hat dayîn ku derbasî Idlibê bibe, lê bi Cebhet El-Nusra re lihev kir. Ev li hevkirin û alîkariya leşkerî rê da ku balafirek rejîma Baas werê xistin û bi balafirên bê mirov êrîşî balafirgeha Himêmîm a Rûs bikin. Niha êdî Rûsya pirr eşkere zane ku, planên wan ên li Sûriyê dewleta Tirk vala der dixe.

DYA nikare xwe bêalî nîşan bide

Herçend rayedarên Pentagonê gotin Efrîn ne beşek operasyonê me yê li dijî DAIŞ`ê jî, lê di encamê de YPG`ê ku beşek ji QSD’ê ye û niha li herêma Minbic û rojhilatê Firatê hevkarê hevin. Ev hevkariya wê tenê  li rojhilatê Firatê sînordar wê nebe. Her çend di aliyê zimanê dîplomatîk de daxuyaniyên bi vî rengî bêdayîn jî, lê di pratîkê de DYA nikare bêalî bimîne.

Rûsya wê asmanê Sûriyê ji dewleta Tirk re veneke

Dema DYA got ku Efrîn ne herema ku xwe lê tevger dike, her kesê berê xwe da Rûsya ka wê ew çi bêje. Lê heta niha jî Rûsya helwesta xwe li beramberî ev êrîşkariya dewleta Tirk a dagirker eşkere nekeriye. Ger kiribe jî, bi raya giştî re parve nekeriye. Duh balafirek Rûsya li ser esmanê Efrîn û Ezazê firiya. Piştî civînên Astana balafirên Rûsya li esmanên herêmê dibin dakeriya dewleta Tirk de nefiriya bûn. Lê tişta tê xuya kirin ku Rûsya di erdê êrîşa dewleta Tirk nesekîne jî, wê esmanê Sûriyê ji balafirên şer ên dewleta Tirk re veneke.

Ji Efrîn zêdetir wê rewşa Bab, Kanîxezal û Ezazê çi be?

Niha her kes meraq dike ku wê Efrîn çawa be. Wê dewleta Tirk a dagirker êrîş bike neke, ger kir wê çi bibe? Ev hinek jî li pê siyaseta serdîktator Erdogan meşe. Lê ez meraq dikim di demeke ku Idlibê bi temamî ji destê Erdogan derdikeve, wê kî lê deshilatdar be hêj ne diyar be jî, êdî dewleta Tirk li wê herêmê nikare wek berê xwe tevger bike. Di demek wiha de wê rewşa Ezaz, Kanîxezal (Cerablûs), Bab çawa bibe. Niha li gora min pirs herî rast di vir de ye. Wê dewleta Tirk a dagirker heta kengî wê bikaribe herêma di bin dagirkeriya xwe de, bigre. Lê gora min ev wê ne demek dirêj be.

ANHA