Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nehîştin pirtûka ‘Evîndar’ derbasî Birîtanyayê bibe

NAVENDA NÛÇEYAN – Şîrketeke veguheztinê, ji ber sedemên ne diyar nehîşt ku romana bi navê Evîndar a nivîskar û lîkolînerê Lobnanî Ebas Cafer El-Huseynî, bigihêje Birîtanyayê.

Nivîskarê romanê û lêkolînerê Lobnanî Ebas Cafer El-Huseynî, rêveber û damezrênerê  saziya buroya Maynrez a xwendin û lêkolînê di Lobnanê de ye, romana xwe ya bi navê Evîndar di pêşangeha yekem a pirtûkê li Rojava ku li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê de hatiye lidarxistin de, îmze kiribû.

Romana El-Huseynî nivîsandiye derbarê Hêzên Parastinê (Gerîla) û Kembera Erebî ya ji aliyê rejîma Baas ve li Rojava hatiye pêkanîn bû. Naveroka romanê siyasetên rejîmê rexne dike û ji % 80 bûyerên romanê xwe dispêre rastiya li ser erdê pêkhatine û bi şêwazê dirame hatiye nivîsandin.

Nivîskarê Lobnanî Ebas Cafer El-Huseynî berî pirtûkê îmze bike, li ser pirsgirêkên ji bo çapkirina pirtûkê li Lobnanê derketine axivî, ku piraniya çapxaneyan red kirin ku vê romanê çap bikin. her wiha diyar kiribû ku yên razîbûne çap bikin jî şet û merc danîn ku hin nivîsên têkildarî kembara erebî û pênasekirina xebatên Gerîla ji pirtûkê rake.

El-Huseynî her wiha di pirtûkê de, behsa ciwanekî Lobnanê dike ku aşiqê keçeke Êzidî ya li Lobnanê dijiya, dike, ku di dema ambargoya li ser Kobanê vedigere Rojava û ciwanê Lobnanê jî biryarê dide ku derbasî xaka Sûriyê bibe,  paşê Rojava û di nav Kurdan de lê bigere.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Lobnanê jî nehîştibûn ku ev pirtûk di çapxaneyên li ba wan de bê çapkirin. Lê çapxaneyên Rojava pirtûk çap kir û di pêşangeha yekem a pirtûkê li Rojava hat pêşandan û nivîskar pirtûka xwe di pêşangehê de îmze kir.

Piştî pirtûk hat îmzekirin, hin xwendevanên ji nivîsa Ebas Cafer El-Huseynî hezdikin, xwestin pirtûk lib a wan hebe, li ser vê esasê pirtûk ji Rojava hatin kirîn ku di rêya şîrketeke vaguheztinê re bişînin Berîtanya, lê  şîrketê red kir ku pirtûkê veguhezîne, tevî ku zêdeyî hefteyekê ye xwendekar li benda pitûkê ne.

(rr)

ANHA