Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nerazîbûna  li hember qanûna zewaca di temenê biçûk de didome

Dîmen

BEYRÛT– Kongreya Star a Lubnanê  bi daxuyaniyekê guhertina qanûna medenî ya derbarê erêkirina zewaca di temenê biçûk de şermezar kir û wekî binpêkirina mafê zarokan û pêşxistina tundiyê bi nav kir.

Kongreya Star a Lubnanê derbarê guhertina qanûna medenî û rawakirina zewaca di temenê biçûk de ku ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatiye amadekirin daxuyaniyek  ji bo raya giştî da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Kongreya Star li navenda Kongreya Star a Beyrûtê hate dayîn. Endama Kongreya Star Hediya Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Mîna ku hemû alozî û karîsetên rojane, ji kuştin, êşkencekirin, destdirêjî li hember jinê, ne bes in, em bi karîseteke nû, ku ne di bala tu kesî de bû, rû bi rû mane. Ev karîset hemû yasa, baweriyên xwedewendan û irfên mirovî û yên navdewletî derbas kiriye. Buyera ku li demên dawî de li paytexta Iraqê rû daye, li dijî jinê ye. Bi navê guhertina qanûna medî ya Iraqê , zewaca di temenê biçûk de hat rewakirin. Em vê qanûnê wekî destekdayîneke manewî û ruhî ji bo zihniyeta DAIŞ‘ê ya li dijî mafê jinê dibînin.

Mixabin, Ev qanûn mafê zarokan binpê dike û tundiya li ser wan pêş dixe. Qurbaniyên zewaca di temenê biçûk de, bi xeteriyên pskolojî û fîzîkkî domdar rû bi rû dimînin. Yasayên bi vê rengî dozgeriyên li gorî dadgehên mezhebû olî û li dijî zagon û edaletê ne.

Bi navê hemû endamên Kongreya Star a Lubnanê em vê qanûnê şermezar dikin û piştgirya xwe bi hemû rêxistinên jinan ên Iraqê destnîşan dikin. Em dibêjin ku gereke hemû biryarên têkildarî jinan, li wan vegerin. Heger em li dijî van qanûnan nebin, em ê di bin rehma zihniyeta mêr a desthildar bimînin.”

(bb)


ANHA