Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Neteweya demokratîk riya çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e’

SEED EHMED

TIL TEMIR – Endamê Meclîsa Giştî ya PYD′ê Ebdulrehman Mûsa Hisên diyar kir ku projeya neteweya demokratîk tekane riya çareseriyê û bidawîkirina aloziyên Rojhilata Navîne.

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD′ê Ebdulrehman Mûsa Hisên derbarê rewşa ku Rojhilata Navîn têre derbas dibe nirxandin kir, her wiha sedema tirsa dewleta Tirk ji projeya neteweya demokratîk û ferzkirina tecrîda li ser Ocalan anî ziman.

Ebdulrehman Mûsa Hisên diyar kir ku fikira neteweya demokratîk ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de pêşînyar kir, misogeriya çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî û hemû dozên Rojhilata Navîn e. Hisên wiha got: ″Ev fikir ji aliyê hemû gel, ol û mezheban ve, tê qebûlkirin û bi riya pratîkirina wê, wekheviya di navbera hemû pêkhateyên civakê de û Yekîtiya Rojhilata Navîn bi beşdariya hemû gelên herêmê, ava dibe.″

Hisên diyar kir ku pratîkirina Rêveberiya Xweser a li bajarên Minbicê, Girê Spî û Reqqayê dibe nimûneya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û wiha domand: ″Eger ku rê li pêşiya vê fikirê (ku baweriya gel roj bi roj pê zêde dibe) were girtin, wê şer û aloziyên ku li Rojhilata Navîn rû didin, bidomin.″

Hisên ji rêxistinên mafên mirovan xwest ku awayekî vê projeyê destek bikin û zextê li ser dewleta Tirk bikin ku tecrîda li ser Ocalan, rake.

Tirkiyê neteweya demokratîk xeter dibîne

Hisên da zanîn ku Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand navenda fikira demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: ″Gelê Sûriyê li ser bingeha fikira demokratîk a Ocalan, pêşerojeke demokratîk ava dikin. Ev fikir dê hemû dozên Rojhilata Navîn çareser bike.″

Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirk projeya neteweya demokratîk wekî metirsiyekê li ser dewleta xwe ya netewî û eperetoriya Osmanî dibîne û got ku Tirkiyê rojane kesayetên siyasetmedar ên ku piştgiriya vê projeyê dikin digire û tecrîda li ser Ocalan giran dike.

 Gel bi fikira neteweya demokratîk bawer kir

Hisên di berdewama axaftina xwe de, anî ziman ku gelê Rojava riya felsefeya neteweya demokratîk hilbijart û wiha got: ″Hin alî hewl didin bi bi rêbazên cûda yên şerê taybet, vîna gelê herêmê bişikînin û baweriya wan bi projeya neteweya demokratîk derb bikin. Lê vîna gel nayê şikandin, ji ber ku gel li hember van hewldanan hişyar bûye.″

Hisên diyar kir ku eger rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dixwazin aloziyên Sûriyê, Iraqê û tevahî Rojhilata Navîn çareser bikin, divê projeya neteweya demokratîk di ber çav re derbas bikin û zextê li ser dewleta Tirk bikin ku Ocalan serbest berde.

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD′ê Ebdulrehman Mûsa Hisên di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku projeya demokrasiyê, tekane riya çareseriya aloziyên Rojhilata Navîne.

(mm)

ANHA