Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Newroz ji Kawayan heta Mazluman bûye kevneşopiya  berxwedana gelê Kurd`

NAVENDA NÛÇEYAN – KCD`ê got:” Êdî derketiye holê ku bi agirê Newrozê ya ji Kawayan heta Mazluman, li lûtkeyên çiyan û zindanan hatiye pêxistin, kevnşopiya berxwedana ku gelê Kurd bi hezaran salan melandiye di roja me de li Rojhilata Navîn bûye xwedî roleke girîng”.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya nbêzikbûna Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand û Newroz li gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz dikin.

Daxuyaniya KCD`ê wiha ye:

“Em wekî gelên Rojhilata Navîn û Mezepotamyayê, Newroza li hemberî zilm, qirkirin û înkarê bûye navê vîna jiyana azad û berxwedanê pêşwazî dikin.
Em di pêvajoyeke dîrokî ya ku çarenûsa gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn diyar bike de dijîn. Bêguman têkoşîna hebûn û tunebûnê wê bi berxwedana bêhempa pêk were. Ev berxwedana li hemberî Dehaqê zalim derketiye holê, bi agirê Kawayan a bi destê Mazluman a li hemberî xwedayên qral hatiye pêxistin Newroz vejiyaye û veguheriye viyana azad a gelan. Ev jî bû sîstema parastinê ya bi forma Konfederasyona MED a ku hevjiyana gelan.

Êdî derketiye holê ku bi agirê Newrozê ya ji Kawayan heta Mazluman, li lûtkeyên çiyan û zindanan hatiye pêxistin, kevnşopiya berxwedana ku gelê Kurd bi hezaran salan melandiye di roja me de li Rojhilata Navîn bûye xwedî roleke girîng. Hemû bîr, bawerî û gelên wekî Kurd, Suryani, Ereb, Tirkmen, Elewî, Êzidî bi reng û çanda xwe bi hev re jiyane misoger bike û xwedî bijarteya forma siyasî û kongreya gelan e.

Reberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di dahurandinên xwe yên li hemberî polîtîkayên hêzên statukoparêz û hegemon ên dinyayê li ser Kurdistan û Rojhilata Navîn tê meşandin pêşxistiye, di nava temamiya herêmî û gerdûnî de bi pêşdîtina xwe Neteweya Demokratîk ‘Yekitiya Neteweyên Rojhilata Navîn a Demokratîk’ sentez kiriye. Li hemberî êrîşên komkujer û faşist in li ser yek milet, yek dewlet, yek ol, yek welat hatine pêşxistin, pêşiya qirkirina çandî û baweriyan girtiye.

Gelê kurd ê ku bi Newrozê rebûye xwedî vîna jiyana azad û di her şert û mercî de di vê de israr kiriye, îro di aliyê yekîtiya xwe de bi êrîşên dijwar re rû bi rû ye. Bi giştî hêzên dewletparêz- statukoparêz, bi taybetî dewleta Tirk tifaqa AKP-MHP’ê bi polîtîkayên li ser dijminatiya Kurdan hatiye pêşxistin li Rojava, Bakur û Başûr tifaqên qirêj dimeşînin. Divê em gotina zanayê mezin ê kurd Cegerxwîn ‘Kurdino bibin yek. Ger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek’ bi bîr bînin. Bi awayekî aşkera xuyaye ku em ê parastin û rêxistiniya xwe ya li ser forma kongreyê di dîroka civakî ya Kurdan de ye bi heztir bikin.

Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk bang li gelê xwe û gelên Kurdistanê dikin dakevin qadên Newrozê. Çawa ku gelê me li hemberî zilma zaliman nirxên neteweyî, civakî, çandî li Newrozê bar kirine û kevneşopiya serkeftin û berxwedana bêhempa pêsxistine, îro jî di pêvajoyeke dîrokî ya ku çarenusê diyar dike de qadên Newrozê wekî kongereya gelan bibînin û bang li wan dikin ku li qadan vîna jiyana azad biqîrin.

Gelê Kurd wê careke din li qadan bi coş û berxwedana Newrozê  vîna jiyana azad û demokratîk bigire li ser vê bingehê em Newroza gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Newroza ku bûye bingeha rêxistinî, yekitî û biratiyê, bi biryariya ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn veguhere yekitiya Konfederal a Demokratîk, teqez em ê bi ser bikevin.
(kc)