Têkilî | Derheqê me de
ANHA

′Newroz nûnertiya hemû pêkhateyên Minbicê dike′

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê û gundewarên wê, cejna Newrozê li gelê Sûriyê pîroz kir û got: ʺNewroz nûnertiya hemû pêkhateyên Minbicê dikeʺ.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

ʺWek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakurê Sûriyeyê, em cejna Newrozê ya pîroz li hemû birayên xwe û parêzvanên mirovahiyê yên di çeperên berxwedanê de, pîroz dikin. Newroz nûnertiya hemû pêkhateyên Minbicê û Bakurê Sûriyeyê yên Ereb, Kurd, Aşûr û Suryan dike.″

(np)