Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Newroza 2016’an bi coş tê pîrozkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek bajar û navçeyên Rojava şahiyên Newrozê têne lidarxistin. Komîteya Amadekar a Newrozê ya kantona Efrînê bernmeya Newroza Kantonê eşkere kir.

Endama Komîteya Amadekariya Şahiyên Newroza 2016’an Jînda Sozda derbarê bernameyê de ji ANHA’yê re got ku dê bernameya Newrozê li kantona Efrînê wê bi vî rengî be.

Di 20’ê Adarê de wê perde li ser peykerê Kawayê Hesinkar bê rakirin. Paşê jî wê meşek ji çerxeriya Kawayê Hesinkar destpê bikeû wê li meydana Azadî bi şahiyekê bi dawî bibe.

Di 21’ê Adarê de wê gelê Kantona Efrînê bi diurşmeya “Rojavaya Azad, Sûriya Feraliya Demorkatîk” wê şahiyê lidar bixin.

Di heman demê de li Kantona Efrnê rêze çalakî hatin lidarxistin.

EFRIN-RECO-GUNDE-HUCEMALA-VEKIRINA-2-KOMINAN-DI-SAHIYA-NEWROZE-DE -2 EFRIN-RECO-GUNDE-HUCEMALA-VEKIRINA-2-KOMINAN-DI-SAHIYA-NEWROZE-DE -3 EFRIN-RECO-GUNDE-HUCEMALA-VEKIRINA-2-KOMINAN-DI-SAHIYA-NEWROZE-DE -1 EFRIN-EMADEKARIYA-JI-BO-NEWROZE

Navenda Efrîn

Yekîtiya Kar û Barê Olan a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kirin. Di daxuyaniyê de Newroz li gelê Rojava û tavahiya gelê Kurdistanê hate pîroz kirin û ji xweda hate xwestin ku Newroza îsal bibe sala xêr û bereketê, hemû mirovahiyê di nava xwe de serbixîne.

Di daxuyaniyê de her wiha ragîhandina Fedraliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê jî hate pîrozkirin.

Mabata

Li navçeya Mabata jî TEV-DEM’ê 2 civîn lidar xistin. Civînek li meydana Gundê Hesê û civînek li Dibistana Faiq ya li gundê Kaxire hatin lidarxistin. Herdû civîn bi beşdarbûna dehan welatiyan hatin lidarxistin.

Di civînan de Endamên Rêveber ên TEV-DEM’ê Şukrî Xoce û Xedîce Îbo axivîn û Newroz li hemû gelê kurd pîroz kirin. Di daxaftinan de hate destnîşankirin ku dê Newroza 2016’an bibe sala azadiya RÊberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û tevhiya gelê kurd.

Piştî axaftinan gundiyan xelekên govendê gerandin.

Şiyê

Li navçeya Şiyêjî Saziyên Civaka Sivîl û bi alîkairya welatiyan kolan xemilandin û pankartên Newrozê pîroz dikin, her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oclaan dalqandin. Xemilandin ji ber riya otoistrada navçeyê destpê kir û ber bi kolanên serkee û meydanên Şehîd Rênas, her wiha Meydana 19’ê Tîrmehê hatin xemilandin.

Raco

Li navçeya Raco jî Tevgera Çand û Hunerê şahiyek li gundê Hcmela lidar xist. DI şahiyê de her wiha komîneên Şehîd Cîhan û Tekoşer Bolat ji aliyê TEV-DEM’ê û Kongreya Star ve hatin vekirin.

Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endamê TEV-DEM’ê Cemal Bekir û Endama Kongreya Star Hisret Ehemed axivîn û Newroz li Gelê Kurd û tevahiya gelê herêmê pîroz kirin. Her wiha êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê û Kantona Efrînê bi tundî şermezar kirin û ragîhandina Meclîsa Fedraliya Demorkatîk a Rojava –Bakurê Sûriyê li tavahiya gelê herêmê pîroz kirin.

Beşdaran piştî axaftinan navenda herdû komîngehan vekir. Di domandina şehiyê de jî agirê Newrozê hate domanind. Koma Tevgera Çandê jî şanoyek pêşkêş kir. Beşdaran bi xelekên govendê û diurşmeyan dawî li şahiya xwe anîn.

DIRBRSIYE-SAHIYA-JI-BONA-NWROZE 3 DIRBRSIYE-SAHIYA-JI-BONA-NWROZE -2

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê jî TEvgera CiwanênRojava şahiyek lidar xistin. Di Şahiyê de Newroz hate pîrozkiirn û ragîhandina Fedraliya Rojava-Bakurê Sûriyê hate silavkirin.

Piştî ciwanan agirê Newrozê pêxist, xelekên govendê gerandin. Her wiha mesa bi motorsklêta lidarxistin. Di dawiya şahiyê de beşdaran bi diurşmeyan ragîhandina Fedraliya Demroatkîk û Newroz silav kirin.

(ekîp/dc)

ANHA