Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Newroza 2017‘an Newroza azadî û yekîtiya pêkhateyan eʹ

EFRÎN-Şêniyên Katnona Efrînê Newroza 2017‘an wekî bi Newroz yekîtiya pêkhateyan û azadiya gelên bin dest bi nav kirin.

Şêniyên Kantona Efrînê û Navçeyên wê Newroz pîroz kirin û gotin ku Newroza îsal newroza azadiyê ye.

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Mufîda Elî cejna Newrozê li tevî gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got: “Cejna Newrozê wateya azadî û serkeftinê ye. Îro roja şahî û nîşandayîna rengê jiyana gelê kurd e, di serî de jina kurd. Jina Kurd bi regnê buharê û rûkeniya azadiyê vê rojê pîroz dike. Newroz roja rizgarkirina gelên bindest e.ʺ

CEMILA HENAN

Welatiya bi navê Cemîle Henan diyar kir ku cejna Newrozê cejna serhildana li hember zulm û koletiyê ye. Wekî vê rojê Kawayê Hesinkar agirê Newrozê pêşxist û bûye sembola rizgarkirina gelên bindest.

MUFIDA ELI

Welatiya bi navê Fedîla Osman cejna Newrozê li tevjî gelên azadxwaz û gelên ku ji zulma desthilatdaran pîroz kir û got: “Newroz  riya gelan ronî kir û banga bidestxistina maf li gelên bindest kir.”

MIHMED HENAN

Welatiyê bi navê Mihemed Henan jî cejna Newrozê li dayikên şehîdan pîroz kir.

RIMA IBRAHIM

Welatiya bi navê Rîma Ibrahîm hêviya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelên Rojhilata Navîn xwest û got ku Newroza Îsal mizginiya azadî û serkeftinê ye.

XEDICA QEDUR

Welatiya bi navê Xedice Qedûr anî ziman ku cejna Newrozê mîrastê Mezlûm Dogan, Sema Yuca û şehîdên ku bi benda xwe agirê Newrozê pêxisitin e.

(bb)

ANHA