Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Nexşerêya çareseriyê misogeriya Federaliya Sûriyê ye′

MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Şêwirmendê Hevserokatiya PYD’ê Sîhanok Dîbo diyar kir ku nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê, misogeriya parastina nimuneya sîstema demokratîk a federasyona Sûriyeya pêşerojê ye.

Partiyên siyasî di 12’ê cotmehê de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, nexşerêyeke çareseriyê derxistin. Şêwirmendê Hevserokatiya PYD’ê Sîhanok Dîbo di hevpeyvîneke bi ANHA’yê re pirsên derbarê armanc û naveroka nexşerêyê de, bersivandin.

Hevpeyvîn wiha ye:

* Ev nexşerêya ku ji aliyê we ve hatibû derxistin, xwe dispêre xebat û amadekariyeke çawa?, we ji tecrube û nêrînên berê sûd wergirt gelo?

Partiyên (ku di derxistina nexşerêyê de cih girtin) tevlî civînên muxalefeta neteweyî ya Sûriyê ku li Qahîra, Moskov û Esîtanê hatin lidarxistin bûn û roleke erênî têde lîstin. Di encama vê yekê de, di 12′ê cotmehê de li bajarê Qamişlo nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê, hat derxistin. Nêrînên ku di van civînan de derketin girîng bûn lê dûrî cewherê rast ê pirsgirêkê û rêbaza çareseriya demokratîk bûn.

Li ber vê jî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di nîsana 2014’an de projeyeke çareseriyê pêşkêş kir, ku ev jî bi serê xwe nêrîneke pêşketî û sedemeke sereke ya derxistina vê nexşerêyê bû. Dîsa gavên piştî wê yên avakirina Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê, ku Desteya wê ya rêxistinî li ser asta civaka bakurê Sûriyê tevgerînek dîplomatîk a bandorker rabû û li aliyê din bi alî û hêzên muxalefeta Sûriyê re gelek xebat hatin kirin û di encamê de gihişt vê nexşerêyê.

* Derxistina nexşerêyeke wiha di vê demê de xwedî çi peyamê ye?

Derxistina nexşerêyê gaveke cihêreng a avaker ku di riya rast de hatiye avêtine. Hemû partiyên siyasî yên Kurdî ku baweriya wan bi çareseriya siyasî ya ji aloziya Sûriyê re heye û xwedî armancek diyar a ji danûstandinan in – ku me ev di nexşerêyê de jî diyar kir- hatin cem hev û ev derxistin. Armanca me ew e ku li ber veguhezîna siyasî sîstema federaliya sûriyeya pêşerojê bê parastin.

Ya esas mirov dema wiha li tabloyê binêre ku, heya hemû rêbazên dîtina çareseriyê ji rawestandina şer û gihandina alîkariyê xetimîn û bêyî encamp man. Ev jî tekez dike ku çareseriya tekane ew e ya ku hêzên ku cewherê hevsengiyê temsîl dikin pêşkêş dikin. Ew jî pêkanîna sîstemek nenavendî, yek-kirina refên şerê li hember terorê û seknandina destekdayîan welatên mîna Tirkiye ji hêzên terorîst re.

* Hun çima Federasyonê weke gavek ji vê dikleresyona xwe dibînin?

Ji bo nirxandina tabloyek tevlîhev a mîna qada Sûriyê, pêdivî bi çareseriyek pêşketî heye. Em di roja îroyîn de vê çareseriyê di federasyona Demokratîk de dibînin. Ev federasyon li gorî pêşdîtin û hêviyên pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyê bû. ji xwe çareseriya em dixwazin ne li ser bingehek netewî, olî yan jî çînî ye. Federasyon li ser esasê ceografîk rêxistin dibe. Ev taybetmendî dikare ewlehiya hundirîn û tevna civakî ya herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê biparêze. Dîsa jî ew ê cîrantiya bi derve re jî biparêze. Her wiha ewê hemû dozên ku asê mane li herêmê çareser bike.

Ji xwe serkeftina tecrubeyên Herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku wê dendika vê federasyonê bin, hêviya serkeftina misoger a Federasyonê dide mirovî.

* Gotina we ya dawî hebe?

Ajandeyên derve çi dibin bila bibin, destekdayîna projeya Federasyona Demokratîk tekane riya ku li gorî berjewendiya hemû pêkhate û aliyan e. Bi tenê aliyên dijminên doza gelê Sûriyê ku dixwazin aloziya herêmê kûrtir bikin li dijî vê projeyê disekinin. Mînaka van jî dewleta Tirk ku heya niha bi çavê Osmanî li Sûriyê temaşe dike. Polîtîkayên van dewletan jî êdî vala derketine û pir xuya bûne.

(ne)

ANHA