Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nexweşiya penceşêrê li Tebqayê zêde dibe

TEBQA – Heyva Sor a Kurdî, daxwaza pêdivî û alavên pêşketî yên tenduristiyê dike da ku karibe nexweşiyên demdirêj îlac bike. Buroya Tenduristiyê ya Meclîsa Sivîl a Tebqayê jî bi serjimariyekê diyar kir ku 200 rewşên penceşêrê û bi qasî wan nexweşiyên Telasîmiya û bêtirî 100 rewşên kulbûn gulçikan û gelek rewşên nexweşiyên şekir û Laşmaniya hene.

Ji ber rewşa xirab a tenduristiyê li bajarê Tebqayê ku ev bêtirî 6 sal in berdewam dike gelek nexweşiyên cûda li herêmê belav bûne, nemaze komên çete yên cûda hemû navendên tenduristiyê veguhertibûn baregehên leşkerî û ne dihiştin welatiyên sivîl ji bo îlaca xwe li deverên Sûriyeyê yên din bikin nedihiştin ji bin dagirkeriya wan derbikevin.

Di encama van rewşan de rewşa tenduristî li bajêr her çû xirabtir bû. Lê piştî bajar di 10’ê Gulana borî de ji destên çeteyan ji aliyê Hêzên Sûriya demokratîk ve hate rizgarkirin, ji wê demê ve rêveberiya nexweşxaneyê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide alîkariya tenduristî bi welatiyan re bike û Heyva Sor a Kurdî jî alîkariya wê di vê mijarê de kir, lê tevî hemû hewldan û bangên van herdu aliyan rêxistinên navnetewî ti alîkarî pêşkêş nekirin.

Ji ber tunebûna alavên tenduristiyê û kêmbûna dermanên pêwîst nexweşxaneya El-Wetenî û Heyva Sor a Kurdî weke tê xwestin nikaribûn alîkariya welatiyan bikin.

Di van demên dawî de jî li gorî serjimariyeke Buroya Tenduristiyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Tebqayê hejmara nexweşiyên weke penceşêrê di nava hemû nifşên welatiyan de zêde bûye. Li gorî Buroyê 200 rewşên penceşêr ên cûda li herêmê derketine, her wiha gelek zarok astengdar ji dayîk dibin.EBDELA HISEN

Diyar e rewşa şer di van şeş salan de bandoreke neyînî li rewşa tenduristiyê kiriye, nemaze bikaranîna zêde ya ceblixaneyê û bikaranîna çekên kîmyawî hişt ku av, hewa û axa herêmê bi madeyên jehrî qirêj bibe.

Li aliyekî din ji ber mayînên ku çeteyan çandine gelek welatiyên ku mayîn bi wan de teqiyan e astengdar bûne. Dezgehên tenduristî yên li bajêr jî li hemberî van rewşên cûda nikarin tiştekî bikin.

Li aliyekî din ji ber qirêjbûna av, hawa û axa herêmê di encama bikaranîna cebilxane û çekên kîmyawî, li herêmê nexweşiyên gulçikan, telasîmiya, wêran, laşmaniya, şekir û nexweşiyên dil jî di nava zarokan de zêde bûye û evan nexweş jî gelek caran nikarin xwe îlac bikin.

Di hevdîtineke bi ANHA’yê re dermansazê di Heyva Sor a Kurd de Ebdulah El-Hisên diyar kir ku ew nikarin li gorî tê xwestin dermanan ji nexweşan re peyda bikin û di encamê de gelek ji van nexweşan jiyana xwe ji dest didin û wiha got: ” ji aliyekî ve alavên weke şuştina gulçikan tune ne û ji aliyekî din ve buhaya dermanan gelekî zêde ye.”

Di derbarê nexweşiya penceşêrê de jî Ebdulah Hisên got ku rêjeya vê nexweşiyê her diçe zêdetir dibe û wiha domand: “Navendeke kişifkirina vê nexweşiyê li herêmê tune ye, her wiha nexweşên ku pê ketine neçar dimînin ji bo dermanê kîmyawî werbigirin diçin Dîmeşqê û dema ku vedigerin bijîşkekî rewşa wan bişopîne tune ye.”

Ebdulah Hisên bang li hemû rêxistinên mirovahî û tenduristî kir ku li hemberî tenduristiya welatiyan baldar bin û bi berpirsyarî alîkariya wan bikin, her wiha divê nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Tebqayê were aktîfkirin.

(jh)

ANHA