Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nexweşiya Zerikbûnê li gundewarê Reqa belav dibe

Dîmen

Dîmen: Nexweşiya Zerikbûnê li gundewarê Reqa belav dibe

XALID CUMA

EYN ÎSA – Li herdu gundên Sehlebiyê rojava û Sehlebiyê rojhilat di vê dema dawî de nexweşiya Zerikbûnê belav bûye û di encamê de du welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha du welatiyên din jî ji ber qirêjiya ava vexwarinê kulçikên wan kul bûne. Li gorî serjimariyekê 143 kes tenê di mehekê de bi vê nexweşiyê ketine, evan kes jî tenê yên serdana labîratoran kirine.ADNAN

Di encama qirêjiya ava vexwarinê de di van demên dawî de nexweşiya Zerikbûnê li gundên Sehlebiyê rojava û Sehlebiyê rojhilat ên girêdayî navçeya  Eyn Îsa ya kantona Girê Spî gelekî belav bûye.

Diyardeyên vê nexweşiyê jî verişandin û zerbûna çer, spîbûna çavan, germbûna laş û zikêşê ne û 8 hefteyan dom dikin.

Girêdayî mijarê, pisporê nexweşiyên giştî Dr. Ednan Taha El-Belîx diyar kir ku hejmareke mezin ji welatiyên gundên Sehlebiyê rojava û Sehlebiyê rojhilat bi nexweşiya Zerikbûnê ketine û got ku gelek welatiyên van gundan ji ber lêçûnên labîratoran nikarin çavdêriya tenduristiya xwe bikin.

IBRAHYM

Dr. El-Belîx got ku ji kesên serdana labîratoran kirine tenê di mehekê de 143 kes bê vê nexweşiyê ketine û du welatî jî di encama vê nexweşiyê de jiyana xwe ji dest dane. Dr. El-Belîx bang li Meclîsa Sivîl a Reqayê û Rêxistinên Mirovahî yên navnetewî kirk u alîkariya wan bikin û rê li pêşiya van nexweşiya bigirin.

Nexweşê bi navê Îbrahîm Cuma girêdayî mijarê wiha got: “Dema ku ez ji mala xwe koçberî gundikê El-Ensar bûme ez bi vê nexweşiyê ketim.”

AHMID

Welatiyê bi navê Ehmed El-Nasir ku bavê keçeke 15 salî ye û bi nexweşiya kulbûna kezebê ketiye wiha got: “Min diyardeyên nexweşiyê li ser keçika xwe dîtin, laşê wê germ dibû û rûyên wê zer dibû, piştî min serdana labîratorê kir, diyar bû ku ew jî bi nexweşiya Zerikbûnê ketiye.”

Hejmara nexweşan her diçe zêde dibe û çareserî jî hêjî ne hatiye peydakirin.

(jh)

ANHA