Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Nêzî 400 hezar koçber bi zehmetiyên re rû bi rû ne

Dîmen

TEBQA- Hejmara koçberên ku li bajarê Tebqayê bi cih dibin derdora 400 hezarî ye. Koçber ji ber tunebûna alîkariyê, neçar mane êdî di nava malên ruxyayî de bimînin.EDI

Li gorî daneyên dawiyê yê Buroya Karûbarên Rêxistinan di Meclîsa Sivîl a Tebqayê de, hejmara koçberên Reqayê yên li bajar û gundewarên Tebqayê bi cih dibin, zêdetirî 375 hezarî ye, jê 125 hezar (23 hezar malbat )li bajarê Tebqayê û 250 hezar jî (50 hezar malbat) li gundewar wê bicih bûne.

Piraniya koçber ji herêmên ″Meskenê ya dikeve gundewarên rojhilatê Helebê, her wiha bajarên Dêrezorê û Reqayê ne. Beşek ji wan jî ji Ezaz, Cerablus û Babê ne″.

Ji ber tunebûna alîkariyê, gelek koçber neçar dibin di nava cihên ruxiyayî de bibînin û heta niha rêxistinên navnetewî tu destek nedaye wan. Ji aliyê xwe ve Meclîsa Sivîl a Tebqayê amadekariyên vekirina kampekê dike, lê astengiya  sereke hejmara zêde ya koçberane.LEMIYA EHMED

Di demên dawî de jî, bi zêdebûna pêla koçberiyê re, tu cih di dibistan an jî malên ruxyayî de neman ku vê hejmarê bihewîne.

Zaroka koçber Xilud Şibilî ku tevî malbata xwe ji Dêre zorê hat, li dibistana Ibn Sîna li taxa El-Buheyra li bajarê Tebqa bicih bû. Xilud çîroka penaberiya xwe ji bajarê Meyadîn wiha vegot: ″Ez û malbata xwe ji dojeha DAIŞ′ê xelas bûn. Me gelek zehmetî di rê de dîtin. Em di çolê de hatin bajarê Tebqayê, ev yek ji bilî pereyên zêde (derdora 400 hezar L.S) ku me dan qaçaxçiyan.”

Dîsa zehmetiyeke sereke li beramberî zarokên koçber, tunebûna derman û çavdêriya tendirustiyê . Keça koçber a ji bajarê Dêrezorê Cabir Hezai nexweş e û derman jê re peyda nabe. Bavê wê wiha axivî: ″Keça min di dilê xwe de nexweş e, pêwîste bê emeliyatkirin û heta niha me tu alîkarî ji tu rêxistinan nedîtiye.″MUNZIR EL SEMALI

Ji ber tunebûna pereyan,  zarokên koçber neçarin kar bikin û bi malbatê re alîkar bin. Bi vê yekê jî zarok ji xwendinê bê par dimînin.

Zarokê bi navê Edî ku bi malbata xwe re ji Meskenê hat, wiha zehmetiyên xwe vegot: ″EZ neçar mam ku piskewîtan bifiroşim û alîkariya malbata xwe bikim. Dema ku me di dibistanê de jiyan kir, ez fêrî navê wê bûm.″

Di heman çarçoveyê de, koçberê ji Reqayê Yasir Hac Elî ku li dibistana Yermûk  a bajarê Tebqayê dijî, gazincên tunebûna  dermanan kir û da zanîn ku kurê wî Ebdullah di serê xwe nexweşe, lê heta niha nehatiye dermankirin.

(nse/mm)

ANHA

XILUD EL SELEBI